Ji ber barana zêde 450 hezar donim garis nehat çinîn

img

MÊRDÎN - Li Mêrdînê, îsal ji ber baranê 450 hezar donim garis nehat çinîn. Serokê Odeya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, destnîşan kir ku eger piştgiriya cotkarên li herêmê neyê kirin dibe ku sala bê erd neyên ajotin. 

Li Mêrdînê, îsal ji ber di dema debirkirinê de zêde baran bariya, ji 900 hezar donim erdê garisan 450 hezar donim jê nehat çinîn. Ji ber garis nehat çinîn di nav erd de riziya û her wiha garisê hat çinîn jî ji ber zêdebûna rutûbetê bi erzanî hat firotin. Serokê Odeya Cotkaran a Qoserê Mîkalîl Erbeyî, diyar kir ku îsal rewşa cotkaran nebaş bûye û xwest Wezareta Çandinî û Daristanê demildest ji bo vê yekê tev bigere. 
 
‘GER NEYÊ ÇINÎN WÊ GENIM JÎ NEYÊ DANÎN' 
 
Erbeyî, anî ziman ku niha ew li herêmê çinîna destê dudoyan dikin, lê belê ji ber barana zêde wan nikaribûye 450 hezar donim garis biçinîne. Erbeyî, da zanîn ku bîçer û wesayîtên din nikarin têkevin nav erdan û got: "Ji ber wesayît nikarin têkevin nav erdan, em jî nikarin biçinînin. Lew nav erdan herî ye. Ger bîçer têkevin nav jî, lê belê ji ber garis şil e nikare biçinîne." Erbeyî, diyar kir ku ji ber garis di nav erd de maye qalîteya wê jî kêm bûye û got: "Garis li gorî rêjeya rutûbetê ya erd tê firotin. Me destê ewil di biniya lîreyekê de firot. Lê belê ji ber niha rêjeya rutûbetê zêde ye fiyet jî erzan bûye. Niha em nikarin di biniya 70 qurîşî de jî garisê xwe bifiroşin." 
 
Erbeyî, destnîşan kir ku eger garisê di nav erd de neyê çinîn ew ê nikaribin genim jî deynin û got: "Her ku baran dibare, maliyet jî zêde dibe. Ger wisa dewam bike em ê nikaribin genim deynin. Êdî cotkar nizane wê çi bike. Heta dawiya mehê genim hat reşandin hat reşandin an jê saleke zor û zehmet li pêşiya me ye." 
 
'BILA DEYNÊN COTKARAN BÊ TALOQKIRIN' 
 
Erbeyî, anî ziman ku niha cotkar nikarin deynê xwe bidin û got: "Divê cotkar heqê ceryanê, gubre, mzot, dermanan û karkeran bide. Lê mixabin ji ber nikare berên xwe biçinîne nikare deynê xwe jî bide." Erbeyî, anî ziman ku divê şîrketa belavkirina ceryanê deynê cotkaran taloq bike û Wezareta Çandinî û Daristanê jî têkeve dewrê da krediyên cotkaran bê taloqkirin. 
 
Erbeyî, anî ziman ku tevî vê nahêlin ew garis îxracat jî bikin û got: "Jixwe cotkar carekê derb xwariye. Bi ser de jî qedexekirina îxracatê heye. Divê dewlet dev ji vê polîtîkayê berde. Eger wisa dewam bike wê cotkar nikaribe tiştekî jî deyne." 
 
MA / Ahmet Kanbal