Kemalbay: Meaş zêde bû an kêm bû?

img

ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bal kişand ser heqê herî kêm (asgarî) û diyar kir ku zêdebûna heqê herî kêm (askarî) zêde bandora xwe li ser meaş nekir. Kemalbay, anî ziman ku zem li ser zemê hat û pirsa "Heqê askerî kêm bû an zêde bû? pirsî. Kemalbay, da zanîn ku li gorî 1603 TL her çend wekî zêde bûye xuya bike jî, lê j ber zemê heyî debara karkeran her ku diçe dijwar dibe.

Îsal heqê herî kêm (asgarî) îsal 2 hezar û 20 tl hat aşkerekirin. Lê li aliyê din jî gelek tişt zem bûn. Dîsa TL li hemberî dolar û dowîzên din qîmeta xwe winda dike. Ev jî bû sedem ku her çend heqê herî kêm hinek zêde bûbe jî dîsa tiştek nehatiye guhertin. Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê Serpil Kemalbay, anî ziman ku ev heqê sefaletê ye û ji bo karker û welatiyan tiştek nehatiye guhertin. 
 
‘BI HEQÊ ASKARÎ PAR 425 DIHAT KRÎN, ÎSAL 380 DOLAR TÊ STENDIN'
 
Kemalbay, anî ziman ku di 10 salên dawî de her dem li dijî heqê herî kêm (asgarî) derketin û wiha got: "Me îzal wekî komîsyona HDP'ê li dijî xebat û rêbazên Heqê Asgarî îtîraz kir. Di vê komîsyonê de nûnertiya karkeran zêde nehat kirin. Em dibînin ku dê di demên pêş de krîza heyî bêtir kûr bibe. Heqê askerî di bin sînorê xizaniyê de ye. Li Tirkiye êdî li hemû qadan dengê karkeran bilind dibe. Îtîraza karkeran nehat axaftin û li ber çavan nehat girtin. Tenê li gorî daneyên TUÎK'ê bazar hat kirin. Lê daneyên TUÎK’ê bi şik in û ne rast in. Kampanya dan destpêkirin û wekî ku enflasyon kêm e nîşan dan. Dîsa wekî betalî kêm be nîşan dan. Em binerin heqê asgarî kêm bû an zêde bû? Bere bi 1603 TL heqê asgarî 425 dolar dihat stendin. Îro bi 2 hezar û 20 TL heqê asgarî 380 dolar tê stendin. Ev nîşan dide ku heqê asgarî kêm bûye. " 
 
Kemalbay, anî ziman ku mirov di nava şert û mercên herî dijwar de debara xwea dikin û wiha axivî: “Heqê herî kêm (asgarî) bernameya xizankirinê ye. Îktîdara AKP'ê xwe wekî 17’emîn welatê cîhanê ku xwedî aboriya mezin e nîşan dide. Lê aboriya karkeran li şûna mezin bibe her ku diçe biçûk dibe. Ev heqê sefaletê ye. Partiya me aşkere kiribûk u heqê asgarî herî kêm 2 hezar û 850 TL be. Dîsa li gorî sînorê xizaniyê yê DÎSK’ê 2 hezar û 800 TL ye. Divê heqê askarî li gorî hemû pêdiviyên mirovan bên diyar kirin. Di sala 2018'an de karkeran çûn li ber meclîsê xwe şewitandin. Întihar kirin. Di 2018'an de her dem krîza aborî hat înkarkirin. Di demên peş de jî dîsa dê gelek esnaf dikarên xwe bigirin. Ev jî dê bêtir rê li pêş betaliyê veke.2"