‘Meaş hat zêdekirin lê bi qasî zema hatiye kirin du qat jî dîstînin'

img

AMED - Her çend meaşê kêmtirîn (asgarî) 417 lîre hatibe zêdekirin jî, lê belê dîsa jî welatî ji ber krîza aborî û enflasyona zêde nikarin xweşikî debara xwe bikin. Welatiyan bilêv kir ku bi bihakirina ceryab, av û zexîreyan, ji zema li meaşê kêmtirîn hatiye kirin bêtir ji wan tê stendin. 

Enflasyona ji ber krîza aborî niha li dor rêje 25'an de herî zêde bandorê li derdorên xizan dike. Her çend li hemberî vê enflasyona zêde meaşê kêmtirîn (asgarî) bû 2 hezar û 20 lîre jî, lê belê dîsa jî welatî nikarin debara xwe bikin. Li navçeya Rezan a Amedê me ev rewş ji malbata Ustundag û Oydû pirsî. 
 
Li Taxa 5'ê Nîsanê ya navçeya Rezanê dayika 3 zarokan Gulten Ustundag ku li maleke bi sobey rûdinê, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Rezanê hat kirin hevjînê wê ji kar hatiye derxistin û ji ber li Amedê kar tune bûye hevjînê wê ji mecbûrî berê xwe daye Stenbolê û di karekî bi meaşê kêmtirîn dixebite. Ustundag, bilêv kir ku ew bi zor û heft bela debara xwe bi vî meaşî dikin. Ustundag, destnîşan kir ku berê meaşê kêmtirîn hezar û 600 lîre bû, lê belê tişt jî ev qas nehatinbûn bihakirin. Ustundag got: "Gotin wê meaş bê zêdekirin. EM kêfxweş bûn. Lê wexta me bihîst kirin 2 hezar ew kêfa me di qirika me de ma. Çimkî her meh em deyndar dibin." 
 
‘ZEM DIKIN, LÊ ZÊDETIRÎ VÊ ZEMÊ JÎ DISTÎNIN' 
 
Ustundag, diyar kir ku barê herî giran li ser pişta karker û kedkaran e û got: "Herî zêde em dixebitin lê belê herî kêm jî em distînin. Niha kirêya xaniyê min 550 lîre ye. Her wiha pereyê dergevan û pereyê din ê ji bo daîreyê jî heye. Yanî mehê 780 lîre ê xanî ye. Her meh jî ceryan û av mehê 300 lîre tê. Jixwe fatûreyên ceryanê bi tena serê xwe pirsgirêk in. Tu li mal bî an ne li mal bî tên dibirin û diçin. Mehê 100 lîre heqê avê tê. 5 fatûreyên min ketine ser hev. 500 lîre deynê avê li min e. Mehê em ji bo metbaxê jî 350-400 lîreyî xerc dikin. Ew jî tenê em pêdiviyên hewcedar dikirin. Du hefteyan carekê diçim bazarê. Çimkî her tişt biha bûye. 3 zarokên min hene, 2 jê diçin dibistanê. Mesrefên wan ê dibistanê jî her meh 300 lîre ye. Komir û êzing jî 150 lîre. Yanî mehê 2 hezar û 30 lîreyî xerc dikim, lê meaşê em distînin 2 hezar û 20 lîre ye. Her wiha em mesrefên enxweşxane, kincan û yên din nahesibînin. Yanî meaş zem dikin, lê du qatê wê zemê ji me distînin." 
 
10 KES IN LÊ KESEK TENÊ DIXEBITE 
 
Li Taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezanê jî, dayika 8 zarokan Şehnaz Oydû (48) ku di xaniyê bi kirê de dijî diyar kir ku tenê keçek wê bi meaşê kêmtirîn dixebite û ji ber hevjînê wê nexweş e nikare bixebite. Oydû, bilêv kir ku ji ber krîza aborî her tişt ji sedî sed hatine bihakirin û got: "Berê jî me nikaribû debara xwe bike, lê belê dîsa jî ne ev qasî giran bû û her tişt ne ev qasî biha bûn. Lê belê zemên niha tên kirin pişta me şikandin. Meşaê kêmtirîn hat zemkirin lê belê dîsa jî em nikarin debara xwe bikin. 8 zarokên min hene, 2 jê mezin e û yên din jî biçûk in. Tenê keçek min dixebite, ew jî bi meaşê kêmtirîn. Kirêya xanî 520 lîre ye, fatûreya ceryanê 370-350 lîre tê. Em sobeyê jî vêdixin lê dîsa jî ev qas tê. Av jî 130-120 lîre tê. Mehê nêzî hezar lîre jî li alvêra bazarê û metbaxê diçe. Wexta em mesrefên dibistanê yên zarokan, komir û êzingan jî têxin ser em her meh deyndar dertên." 
 
MA / Esra Solin Dal