Karkerên Balafirgeha 3’yemîn tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin

img
STENBOL - Karkerên Balafirgeha 3’yemîn ên tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin, diyar kirin ku ji ber ku polîtîk bûn rastî gelek zextan hatin, di girtîgehê de pirtûk û rojnameyên ji wan re diçûn nedidan wan û gotin: “Piştî em ji girtîgehê derketin, em bi pirsgirêkên bêkariyê re rû bi rû man.”
 
Karkerên Balafirgeha 3’yemîn, ji bo parvekirina tecrûbeyên têkoşîna xwe  li Şaxa Hejmara 2 a Egîtîm Sen a Kadikoyê panelek li dar xistin. Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabûlût, Karkerên Balafirgeha 3’yemîn Baran Kirgin û Fatîh Mûkan, gelek endamên sendîka û rêxistinên demokratîk beşdarî panelê bûn. 
 
‘EM KIRIN TECRÎDÊ ’ 
 
Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut dest pê kê axivî û wiha got: “Karkerên Balafirgeha 3’yemîn berxwedanek mezin nîşan dan. Dema em girtin hemû qanûn hatin binpêkirin. Em kirin tecrîdê û rastî zextan hatin. Piştî gelek karker hatin berdan bê kar man û rstî pirsgirêkên bêkariyê hatin.” 
 
‘JI 500 KARKERAN ZÊDETIR HATIN QETILKIRIN’ 
 
Karkerên Balafirgehê Baran Kirgin jî, diyar kir ku ew rastî pirsgirêkên pir cîd hatin û wiha axivî: “Em bûn şahidê mirin û gelek pêkanînên li ser karkeran. Êdî karker li dijî van pêkanînan bi hêrs bibûn. Gelek karkeran pirsgirêkên xwe dianîn ziman, lê rayedaran ser pirsgirêkan digirtin. Berî 14’ê Îlonê, du otobus li hev qûlibin û qezayek mezin rû da. Wê demê dinava ajokarên jiyana xwe ji dest dan de yek hîna jî 18 salî bû. Di wê bûyerê de me dît ku 7 kesan jiyana xwe ji dest  dan. Lê di medyayê de ev bûyer qet nehat servîs kirin. Medya niha dibêje tenê ’52 kesan jiyana xwe ji dest dan’, lê di rastiyê de ji 500’î zêde karker hatin qetîl kirin.”
Kirgin piştî axaftinê peyama piştevaniya bi karkerên Florman ên 230 rojin di çalakiyê dene da.  
 
‘TIŞTEK ÇARESER NEDIKIRIN’
 
Karker Fatîh Mûkan jî, da zanîn ku fîrmayên Balafirgehê bi tu awayî pirsgirêk çareser nedikirin û wiha bilêv kir: “Bi her awayî zext li karkeran dikirin. Tiştek çareser nedikirin. Bi dehan çar me daxwazname da ku şert û mercên balafirgehê sererast bikin. Lê bersiv nedan. Ji bo ku em polîtîk bûn, em kirin girtîgehê. Welat êdî hatiye wê astê ku kes nikare ramanê xwe eşkere bike û dema eşkere dike jî tê binçavkirin û girtin.” 
 
Piştî axaftina panel bi pirs û bersivan berdewam kir.