‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'

img

ÊLIH – Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga KESK'ê ya li Amedê dixebitin, diyar kirin ku di serdemeke krîz zêde dibe de bêdengiya li hemberî pêkanînan tê wateya hevkariyê û got: "Em ê di mîtîngê de pêşî ji bo aştiyê bang bikin û paşê em ê destnîşan bikin ku divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn." 

 
Wê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn wê di 15'ê Kanûnê li Edeneyê, di 16'ê Kanûnê de li Amedê û di 22'yê Kanûnê de jî li Stenbolê mîtîngan li dar bixe. Kedkarên cemaweriyê ji bo mîtînga li Amedê li Êlihê dixebitin. 
 
'DIVÊ EM BITÊKOŞIN' 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Necatî Dadak, der barê xebatên li bajêr de agahî dan û diyar kir ku li bajêr xebatên hemû sendîkayan temam bûne. Dadak, bilêv kir ku ew di serdanên dibistanan heta serdanên malan hemû kedkaran vedixwînin qadan. Dadak, anî ziman ku kedkarên cemaweriyê û Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi awayekî hevwext dixebitin û ew ê bi girseyî ji Êlihê biçin Amedê. Dadak got: "Di serdemeke krîz zêde dibe de bêdengiya li hemberî pêkanînan tê wateya hevkariyê. Loma divê em bitêkoşin." 
 
'TÊKOŞÎN HÎN NÛ DEST PÊ KIR' 
 
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ê Êlihê Denîz Topkan jî, diyar kir ku mîtîngên KESK'ê yên herêman girîng in û got: "Lê mîtînga Amedê ji bo me tiştekî cuda ye. Em ê wekî sendîka daxwazên xwe li Amedê bînin ziman. Daxwaza me ya sereke aştî ye û paşê jî krîza aborî ye ku divê fatûreya vê krîzê li kedkaran neyê birîn." Topkan, destnîşan kir ku ji bo wan têkoşîn hîn nû dest pê kiriye û ew ê vê nîşan bidin. 
 
'DIVÊ EM LI HEMBERÎ BUDÇEYA ŞER BITÊKOŞIN' 
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Azîz Ozkan jî, destnîşan kir ku ji bo mîtînga li Amedê ew li hemû bajar û navçeyan digerin û kedkarên cemaweriyê vedixwînin qadan. Ozkan bal kişand ser girîngiya mîtîngan û got: "Em kedkarên cemaweriyê berê ji bo budçeya gel dadiketin qadan. Niha jî em ê li hemberî xizaniyê, krîz û neewlehiya kar dakevin qadan. Niha hevdîtinên ji bo budçeyê didomin. Derdorek dixwaze demokrasiyê ji holê rabike û ji bo vê bduçeya şer amade dike. Sedema xizaniya vî welatî şer e. Divê hêzn demokrasiyê û em kedkarên cemaweriyê li hemberî budçeya şer bitêkoşin." 
 
MA / Metin Yoksu