Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir

img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê wextê çêkirina tihîna Çelê dest pê kir. Gundî kunciyên diçinînin li aşên ji dema Nastûriyan mane dikin tihîn û bi tihîna çêdikin debara xwe dikin. 

Gundiyên li geliyê Zapê ya li Herêma Tiyarê ya Colemêrgê dijîn, kunciyên di Hezîranê de çandin niha jî dikin tihîn. Gundî kunciyên xwe dibin aşê dîrokî yê li gundê Rintkê û li vir dikin tihîn. Li aşên li gundê Biyadîr û Rintkê yên Çelê gundî tihîna navdar ya Çelê çêdikin. Tihîna çêdikin qismek jê ji xwe re dihêlin û qismek jê jî difiroşin û pê debara xwe dikin. 
 
JI DEMA NASTÛRIYAN MAYE 
 
Ecevît Olmez ku li aşê bav û kalan dixebite, bilêv kir ku bi salan e ew bi aşê xwe xizmeta gelê herêmê dike. Olmez, destnîşan kir ku îsal gundên li herêmê hemûyan kuncî çandine û got: "Aşê di dest me de ji dema Nastûriyan maye. Piştî wan koç kir kalê min û piştî kalê min bavê min û niha jî ez dixebitînim. Havînan em genim dihêrin û her sal van çaxan jî em em aş vediguherînin û tê de dest bi çêkirina tihînê dikin." 
 
'ÎSAL DERAMET BAŞ BÛ' 
 
Olmez, bilêv kir ku gelê herêmê debara xwe bi cotkariyê dike. Olmez, da zanîn ku ji navenda Colemêrgê heta Çelê û gundên herêma Tiyarê gundî genim, tûtin, kuncî, garis û birincê datînin. Olmez, anî ziman ku pêldariya di aboriyê de bandor li wan jî kiriye, lê belê dîsa jî li gorî par wan fiyetê tihşnê pir zêde nekiriye. Olmez, diyar kir ku ji ber li herêmê kuncî pir inîsal derameta gundiyan baş bûye. Olmez got: "Li vê herêmê aşvan fiyetên tihinê diyar dikin. Par me kîloya tihîna Çelê bi 50 lîreyî difirot, lê îsal em bi 60 lîreyî difiroşin. Lê ji ber li herêmê herkes kunciyan datînin îsal rewşa tihînê baş bû. Sedema başbûna tihîna herêmê ji ber berdariya xaka herêmê ye. Lê belê îsal hem hişk bû hem jî em pêrgî baranên bêwext hatin. Lê dîsa jî îsal pir nexirab bû." 
 
MA / Hamza Gunduz