Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin

img

AMED - Li Amedê esnafên li Ceylan Karavîl Parkê ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Esnafan got: "Ger wisa dewam bike wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin." 

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî gelek şîrketan konkordato îlan kir û gelek jê jî dikanên xwe girtin. Li Amedê jî nêzî 60 esnafên Ceylan Karavîl Parkê êdî nikarin kar bikin û heqê kirêyên xwe bidin. Li Parkê gelek esnafan top avêt û dikanên xwe girtin û gelek jê jî nikarin heqê kirêyên xwe bidin. Esnafan ji ber zêdebûna kirêyan di 3'yê Kanûnê de ji bo 2 saetan dikanên xwe venekirin û bertek nîşan dan. 
 
'EM NIKARIN HEQÊ KIRÊYÊN XWE BIDIN'
 
Esnaf Ferat Mehmetoglû, diyar kir ku di salekê de ji sedî 50 kirêyên wan zêde bûne. Mehmetoglû, anî ziman ku krîza aborî li tevahiya welat belav bûye û sermayedar guh nadin daxwazên esnafan ên ji bo heqê kirêyan. Mehmetoglû, anî ziman ku 60 mexazeyên li Parkê ji ber krîza aborî dest bi çalakiyê kirine û got: "Divê dengê esnafan bê bihîstin. Ger li vir esnaf derabeyên xwe deynin wê nêzî 250 xebatkar û malbatên wan mexdûr bibin. Ev ne tiştekî baş e. Jixwe li Amedê rewşa aboriyê qet nebaş e. Em esnaf û xwediyên fîrmayan dixwazin rêveberî dev ji zêdekirina kirê berde." Mehmetgolû diyar kir ku em nikarin heqê kiriyên xwe bidin û ger esnaf mexazeyên xwe bigirin wê tu qîmeteke Parkê nemîne. 
 
 
Xwediyê maxazeyê Îrfan Ayaz jî, diyar kir ku ji ber heqê kirêyên li Parkê zêde ne nêzî 30 esnaf top avêtine û ji ber vê dikanên xwe girtine. Ayaz, destnîşan kir ku niha li Parkê gelek esnaf ketine tora îcrayê û got: "Wexta dolar li dor 5-6 lîreyan bû, ji me re gotin divê ew wekî 3.78'an sabît bikin. Jixwe 3 lîre di ser kûra sabît re dihat dayîn. Lê niha dixwazin bikin 3.78. Êdî em esnaf nikarin ji bin î barî rabin. Ger wisa dewam bike wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin." 
 
‘HEQÊ KIRÊYA DIKANA MIN 22 HEZAR LÎRE YE, LÊ WÊ BIBE 35 HEZAR LÎRE' 
 
Ayaz, destnîşan kir ku 6 meh şûnde wê zema TEFE-TUFE'yê bibe ji sedî 15 û got: "Yanî em ê sala 2018'an li dor zemehek jis edî 50'î biborînin. Mexazeyam min 154 metrekare ye û niha 22 hezar lîre heqê kirê didim. Lê belê wê ji ber van zeman bibe 35 hezar lîre." Ayaz destnîşan kir ku ew ê nikaribin ji bin vî barî rabin. 
 
Xwediya mexazeyê Hêlîn Ozgezer jî diyar kir ku ji ber bihabûnê gelek mişterî dev ji alvêrê berdane û got: "2 sal û nîv e em li vir in. Sala me ya ewil baş bû. Karê me baş bû. Lê 5-6 meh e ji ber krîzê cîroya me pir ketiye. Êdî em nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Deynên me zêde bûn." Ozgezer destnîşan kir ku ev krîz tenê tesîrê li wan nake li xebatkarên wan jî dike. Ozgezer, bilêv kir ku ji ber krîzê rewşa muteşebîsên jin nebaş e û got: "Diviya rê li ber jinan bihata vekirin, lê belê ji ber rewşa heyî ez ê ji piyaseyê vekişim." 
 
MA / Servet Karaduman