Hevseroka KESK'ê: Budçe ne ji bo kedkara ye

img
ENQERE - Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezen, destnîşan kir ku ji sedî 75'ê derameta budçeyê ji bacên kedkaran pêk tê û got: "Lê budçe tenê j bo kedkaran nayê bikaranîn." 
 
Li Meclîsê nîqaşên ji bo budçeyê didomin. Hevseroka Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Aysûn Gezen, nîqaşên ji bo budçeyê tên kirin nirxandin. Gezen, diyar kir ku pirsgirêka sereke ew e, budçe ji aliyê Serokomartiyê ve tê çêkirin. Gezen, destnîşan kir ku ji ber niha ji bo sermayeyê bac tên daxistin û efû tên derxistin, ev budçe dijî mafên kedkara ye. 
 
'TENÊ JI BO KEDKARAN NAYÊ BIKARANÎN' 
 
Gezen, destnîşan kir ku di pêvajoya budçeyê de sendîka û konfederasyinên muxalif esas nehatine girtin û got: "Ji sedî 75'ê derameta budçeyê ji bacên kedkaran pêk tê. Lê ev budçe tenê ji bo kedkaran nayê bikaranîn. Ji bo krîzê ji holê rabikin fona betaliyê, tazmînat yanî keda kedkaran tê desteserkirin. Ji bo sermayedaran li çareseriyê digerin. Budçe ne ji bo kedkaran e, lê krîz tesîrê li kedkaran dike." 
 
Gezen, anî ziman ku li welatên buhranên krîzê hebin faşîmz vediguhere sazîbûyînê û kûrtir dibe. Gezen got: "Li hemberî vê ji bo rêxistinbûyîna mudaxileya îradî ya kedkaran xebat dan destpêkirin. Wê ev xebata me xwe bigihîne hemû qadên civakê." 
 
Gezen, diyar kir ku divê sedemên krîzê baş bên zanîn da herkes tev de tev bigere û rêbazên rast bên dîtin û got: "Niha em bi awayekî zêde di nav keşfan de ne. Bi belavokan, bi panelan, bi gera li kargehan me bernameya xwe ya xwegihandina gel daxuyandibû. Armanca me ew e, em çalakiyên wekî hêvî em in rêxistin bikin." 
 
Gezen got: "Divê kedkar li dor daxwazan bibin yek. Divê ev daxwaz xwerû bin û herkes fêm bike. Me dît ku pirsgirêkên me heman pirsgirêk in û em di vî warî de dibin yek. Ev cihê hêviyê ye."
 
MA / Berivan Altan