Kelema Erdîşê jî nesîbê xwe ji polîtîkayên çandiniyê girt!

img
WAN - Li Erdîşê berê ji bo tevahiya bajarên cîran kelem dihatin çandin, lê ji ber polîtîkayên îthalê ya hikûmeta AKP'ê her diçe ev yek kêmtir dibe. Firoşkar û hilberînerên li Bazara Keleman anîn ziman ku ger wisa bidome êdî ew ê keleman neçînin. 
 
Li Tirkiyeyê ji sedî 5'ê kelema spî (lihane) li Erdîşa Wanê tê çandin û hema bêje têra hemû bajarên derdorê dike. Lê belê di çend salên dawî de ev rêje daketiye ji sedî 2'yan. Firoşkar û hilberînerên kelemê ji ber polîtîkayên îthalî yên hikûmeta AKP'ê hindik mane îflas bikin. Ji ber bihabûna mazot, gubre û dermanan hilberîner dixisirin û keda wan a 7 mehan ber bi ba dibe. Li Bazara Keleman a Erdîşê nêzî 60 malbat keleman difiroşin. Fiyetên keleman li gorî mezinbûna wan digure û di navbera 5-8 lîreyan de ye. 
 
PERÎŞAN BÛNE 
 
Esnafê Bazara Keleman Cevdet Demîrbag, anî ziman ku ew niha hema bêje hemaltiya xwediyên erdan dikin û tiştekî jê qezenc nakin. demîrbag got: "Niha ji bo romoqeq kelem 100 lîre qezencê bidin min, ez ê bifiroşim. Ji bo em betal nemînin em vî karî dikin. Ji sibehê heta êvarî em li vir disekinin. Krîzeke mezin eye, her tişt biha bûye. Ava firingiyan, arvan, rûn hema bêje her tişt biha bûye. Em tu tiştî qezenc nakin. Par kelem erzantir bû, lê îsal hinekî biha bûye. Sedema wê jî, zem in. Em kelemekê bi 5 lîreyan difiroşin, lê em bi vî 5 lîreyî nikarin tiştekî jî bikirin. Em firoşkar perîşan bûne." 
 
'BIHA YE, NIKARIM BIKIRIM' 
 
Emrah Demîr ku ji bo kelemê bikire hat bazarê, diyar kir ku her tişt biha bûye û êdî mirov nikarin tiştekî jî bikirin. Demîr got: "Par tenekeya rûn bi 80 lîreyî bû, lê niha bûye 130 lîre. Ger derameteke mirovan tune be wê ji birçînan bimire. Berê înşeat hebûn, qet nebe mirov dixebitîn û bi awayekî debara xwe dikirin, lê niha ew jî tune ye. Niha bi hezaran mirov betal in. Em dixwazin êdî dawî li vê bihabûnê bê. Çimkî mirov êdî nikarin debara xwe bikin. Ji bo kelemê bikirim hatim, lê ji ber biha ye nikarim bikirim. Niha li bendê me ku erzan bibe. Ger erzan nebe ez ê nikaribim bikirim." 
 
'MIN 30 DONIM ÇAND, LÊ XISRÎM' 
 
Hilberîner Erkan Kûl jî bertek nîşanî gotina "Em hemaltiya xwediyên erdan dikin" da û got: "Herkes dibêje 'xwediyên erdan qezenc dikin.' Lê ne em, firoşkar qezenc dikin. Em ancax heqê mesrefên xwe derdixin. Çimkî derman, guber her tişt biha bûye. Jixwe dewlet bi tu awayî alîkariyê nade. Em jî tiştên me çandine tînin vir hewl didin heqê keda xwe bistînin. Pereyê sala çûyîn me dida karker, heqê gubre û dermanan îsal du qat zêde bûye. Her wiha krîza aborî jî heye. Min 30 donim kelem çandin, lê xisirîm." 
 
'JI BER FIYETÊ MAZOTÊ EM NIKARIN ERDÊ XWE BAJON' 
 
Firoşkar Onder Yegîn jî, destnîşan kir ku bihayê keleman ê îsal li gor ê par çêtir e, lê belê ji ber krîza aborî kes nikare bikire. Yegîn, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên mazot, gubre û dermanan ew nikarin tu tiştî bikin. Yeg,n, diyar kir ku fiyetê mazotê ewqas biha bûye ku ew nikare erdê xwe bajo. 
 
Yegîn got: "Min xwest pûlixekî bikirim, lê ji ber pir biha bû min nekirî. Par qutiya dermanê keleman 30 lîre bû, lê îsal bûye 90 lîre. Wê heta kuderê zem bikin. Wê gel çi bike, perîşan bûye. Daxwaza me ew e dewlet alîkariya welatiyan bike. Em doza pereyan ji wan nakin, bila fiyetên mazot, gubre û dermanan erzan bikin. Em dibêjin dewlet, lê li holê bi navê dewletê tiştek tune ye." 
 
MA / Adnan Bilen