Şener: Budçeya 2019'an budçeya îflaskirinê ye

img

ENQERE – Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê yê ewil Abdullatîf Şener, budçeya 2019'an wekî budçeya "îflasê" şîrove kir û destnîşan kir ku veberhênan kêm bûne û bac jî hatine zêdekirin. 

Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, budçeya 2019'an ku niha li Meclîsê tê nîqaşkirin nirxand û got: "Ev budçeya îflaskirinê ya hikûmetê ye." 
 
'BUDÇEYA ÎFLASÊ' 
 
Şener got: "Ev budçeya îflaskirinê ya hikûmetê ye. Îktîdar veberhênanê kêm dike, bacan jî zêde dike. Her wiha ev budçe wekî budçeya ku danînên temsîlî jî zêde dike dixuyê. Bi vê budçeyê jî dixuyê, wê sala bê saleke zehmet be. Wexta em li perspektîfên ji bo sê salan dinerin, wê di navbera 2018-20120'an de enflasyoneke zêde rû bide." 
 
'DERAMET KÊM BÛ' 
 
Şener, anî ziman sala 2020'an jî di nav de dê betalî zêde bibe û got: "Derameta netewî kêm bûye. Derameta ji bo serê ferdekî ji ya 12 sal berê kêmtir bûye. Di sala 2017'an de derameta serê ferdekî 9 hezar û 656 dolar bû, lê ev yek di sala 2018'an de daketiya 9 hezar û 385 dolarî." 
 
Bi taybetî jî piştî sala 2014'an AKP pir xirab aborî bi rê ve biriye û welat ber bi karesatekê ve hêl kiriye. Şener got: "Feraseta siyasî ya edaletê ji holê rakiriye û bi zext û zoriyê bi ser muxalîfan de diçe, performansa aboriyê hem di polîtîkaya hundurîn hem jî di ya derve de pir xirab kiriye. Wexta mirov di vê çarçoveyê de lê dinere, bi tu awayî ji krîzên aborî yên din ders nehatiye girtin û aborî ber bi krîzan ve hêl kiriye." 
 
Şener, ji bo serdema pêş jî got: "Wê der barê xercaneya cemaweriyê de pirsgirêk rû bidin. Her çend derametên budçe û xercane sînorên dayînê nîşan bidin jî, lê ev tenê texmîn in." Şener anî ziman ku di nav budçeya 2019'an de 876 milyar û 296 milyon lîre deramet heye, lê belê wê hikûmet nikare be vî pereyî tehsîl bike. 
 
Şener, ji bo raporên Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) ku gelek nelirêtî tê de hene jî got: "Belê, hin rexne hene. Muxalefet û rojnamevanên ku vê yekê dibînin hêvî li wan peyda dibe. Lê Wisa difikirim ev raporên Dîwana Muhasebatê jî ne bes ein. Çimkî îktîdar hemû endamên Dîwana Muhasebat diyar dike." 
 
MA / Diren Yurtsever