Dadgehê guh da qeyûm û doza karkeran qebûl nekir

img

WAN - Dadgeha Kar a 2'yan a Wanê, daxwaza "vegera ser kar" a karkerên bi KHK'ê ji Şaredariya Mezin a Wanê ji kar hatin derxistin nirxand û biryareke neyînî da. Karkeran, diyar kir ku ji ber xizmên wan berê hatine binçavkirin ji kar hatine derxistin. 

Di Gulana 2017'an de gelek kesên li Serokatiya Daîreya Gihaniyê ya Şaredariya Mezin a Wanê dixebitîn bi KHK'ê ji kar hatin derxistin. Paşê karkeran bi daxwaza "vegera ser kar" doz vekirin. Dadgeha Kar a 2'yan a Wanê daxwaza karkeran nirxand û ji Şaredariya Mezin a Wanê pirsî ka ji bo çi ji kar hatine derxistin. Şaredariya Mezin a Wanê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin pirsa dadgehê bersivand û derpêş kir ku têkiliya kesên hatine îxrackirin û terorê hatiye lêkolînkirin û qenaeteke di vî warî de çêbûye, loma hatine îxrackirin. Dadgehê jî qenaet qeyûm esas girt û li gorî wê biryar da. Li ser vê karkeran jî serî li Dadgeha Îstinafê da û derket holê ku ka karker çawa hatine reşkirin û tawanbarkirin. 
 
Ji karkerên doz vekirin û di dozê de bi ser neketin Ozdemîr Ornek, anî ziman ku di Gulana 2017'an de tevî 34 hevalên xwe bêyî hincet ji kar hatiye derxistin. Ornek, diyar kir ku li ser vê wan giliyê şaredariyê kiriye, lê belê piştî dadgeha herêmî daxwaza wan red kiriye wan serî li Dadgeha Îstinafê da û heta niha dosyeya 5 kesan ji aliyê vê dadgehê hatiye redkirin. 
 
BINÇAVKIRINA 20 SAL BERÊ WEKÎ HINCET HAT NÎŞANDAN 
 
Ornek, bilêv kir ku di qeyda wan a sicîla edlî de tu tişt derneketiye û got: "Muşavirtiya Hiqûqê ya Şaredariya Mezin a Wanê li ser navê me ewraqeke absurd ji dadgehê re dişîne. Belaheq û belasebeb zêdetirî 100 hevalên me reş kirin. Bi ewraqeke derew me reş kirine. Ka bifikire mêrik di salên 90'î de hatiye binçavkirin û piştî binçavkirinê hatiye berdan. Bi vî awayî têkiliya wî ya bi 'terorê' re danîne. Ji ber kurd in tiştên wisa li wan tê kirin." '
 
Ornek, anî ziman ku ji bo wî jî hatiye gotin ku bavê wî di sala 2014'an de tev li nav efaliyetên PKK'ê bûye û got: "Wê çaxê bavê min di ber emniyetê re jî derbas nebûye, lê di sala 1996'an de carekê hatibû binçavkirin. 2 salan di girtîgehê dema û paşê beraet kir. Tu mehkûmiyeta wî tune ye û tazmînata xwe girtiye. Lê ji ber vê ez ji kar hatim derxistin." 
 
MA / Mujdat Can