'Divê Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin'

img

RIHA - Li Rihayê 59 mamosteyên endamên Egîtîm Senê bi KHK'ê hatin îxrackirin. Tenê 3 mamoste li karê wan vegerandin. Hevseroka Şaxa Egîtim Senê ya Rihayê Leyla Mumîn têkildarî mijarê axivî û got: "Divê Komîsyona Lêpirsîna ya OHAL'ê bê betalkirin." 

Di serdema Rewşa Awarte (OHAL) a fermî de gelek Biryanameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin. 59 mamsteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê hatin îxrackirin. Heta niha ji van mamosteyan 4 li karê xwe hatin vegerandin. Yek ji van mamosteyan jî bi hêceta bylock li telefona wî hatiye barkirin venegerandin karê wî. 3 mamosteyên din ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya OHAL'ê lêvegerand karê wan. Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mumîn diyar kir ku lazim e komîsyon bê betalkirin û ji bo deh hezaran kedkarên hatin îxrackirin rêya darazê bê vekirin. 
 
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE' 
 
Mumîn da zanîn ku Riha yek ji bajarên herî zêde îxrac lê pêk hatin û got: "Bi deh hezaran kedkar hatin îxrackirin û hemû mafê wan ji destê wan hat girtin. Mafê marastinê jî ji dest hatin girtin û ev pêvajo wiha birêve diçe. Ev komîsyona hat avakirin li dijî rêgezên hiqûqê ye. Komîsyon qet xebatek zelal nake. Xebatek gelemşe birêve dibe. Agahiya tu kesê derbarê xebatên komîsyonê de nîne. Yên serlêdan kirine nizanin bi çi tên sûcdarkirin. Mafê parastinê nîne û bi vî awayî pêvajoyek giran diherike. Hebûna vê komîsyonê jî li dijî peymana navnetewî û makeqanûnê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku ev komîsyon bê betalkirin. Dadgeh hene û em dixwazin ev pêvajo bi destê darazê bê birêvebirin."