Karkerên Greifê piştî 4 salan ji nûve tên darizandin

img
STENBOL - Karkerên Greifê yên piştî 4 salan ji nûve tên darizandin, piştî danişînê daxuyanî dan. Karkeran diyar kirin ku êrîşa li dijî karkeran ne tesadufî ye û wiha gotin: “Sermaye û hikûmeta AKP'ê ji bo civakê çavtirsandî bike hewl dide rê li pêş Greifê bigirin. 
 
Li Hadimkoya Stenbolê bi dehan karkerên Fabrîqeya Greifê, di sibata 2014’an de ji bo 60 dojar dest bi çalakiya grevê kiribûn. Di 4 salan de hamû dozên hatin vekirin tev bê encam man. Piştî 4 salan der barê 191 karkeran de ji nûve doz hat vekirin. Danişina doza karkeran li 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Gaziosmanpaşa hat dîtin. Ji ber dadgerê dadgehê tayînî cihekî din bûbû danişîna dozê taloqi rojek din hat kirin. Hat zanîn ku ji ber salona dadgehê biçûk bû, karker perçe perçe hildan salonê. Parêzer Bulent Şimşek, der barê dozê de agahi da karkeran û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.  Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger (Dev Tekstil), jî beriya danişînê daxuyanî daçapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Karkerê doza çîna karkeran a Gre(if)vê nayên darizandin" vekirin û dirûşmeyên “Îşgal, grev, berxwedan, bijî pişteniya karkeran" berz kirin. 
 
Nûnerê karkerên Greifê Orhan Purhan diyar kir ku li Greifê li dijî 44 taşeronfı têkoşîna rewa didin.