EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberên saziyên girêdayî KESK’ê li gelek bajaran bi daxwaza bila Komîsyona Lêkolîna OHAL’ê betalkirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin ji Serokomar Erdogan re faks şandin. 
 
Platforma Şaxên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li gelek bajaran bi daxwaz bila Komîsyona Lêkolîna OHAL’ê bê betalkirin û pêvajoya hiqûqê bê destpêkirin li postaxeneyan ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re faks şandin. 
 
EDENE 
 
Endamên KESK’ê li ber Postexaneya Cemalpaşa daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de Berdevkê Demî yê KESK’a Edeneyê Îrfan Dogan xwest pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin û got ew ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Piştî daxuyaniyê kedkar çûn hundirê postexaneyê û faks ji Erdogan re şandin. 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê jî kedkar çûn ber Postexaneya Navendî û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê li postexaneyê ji Erdogan re fakş şandin. 
 
AMED
 
Li Amedê jî kedkarên endamên KESK’ê çûn Postexaneya Semta Ofîsê daxuyanî dan, ji Erdogan re faks şandin û xwestin Komîsyona OHAL’ê bê betalkirin û pêvajoya hiqûqî were destpêkirin û hat xwestin bila kedkar vegerin karê xwe.