Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn

img
STENBOL – 2 karkerên maeşê wan nedihat dayîn, dema xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, kardêran maeşê wan dan wan. 
 
Li Mahmûtbeya Îkîtellî de, 2 karkerên di bereyên derve yê plazayê de xebitin, 3 meh bûn maeşê wan nedihat dayîn. 2 karkerên ji bo maeşê xwe bigirin, xwestin li ber cihê kar daxuyanî bidin çapemeniyê. Endamên Hewldana Komeleya Kar a Ked û Rûmetê ji bo piştgirî bidin her 2 karkeran, li ber plazayê kom bûn.  Karkerên ku pankarta “Em mafê xwe dixwazin” vekirin, dema xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, kardêran xwestin bi karkeran re hevdîtin bikin.
 
Li ser vê yekê karkeran daxuyanî nedan û hevdîtin bi kardêran re kirin. Di encama hevdîtina hat kirin de, ji 6 hezar TL maeşê karkeran 4 hezar TL hatin dayîn. Ji bo pereyê mayî bê dayîn, dê senet bê sererastkirin. Karkerên ku maeşê xwe girtin, daxuyanî nedan.