Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin

img

EDENE - Hosteyê xeratiyê Mehmet Tûtûş, destnîşan kir ku malzemeyên sektora wan di 6 mehan de ji sedî 60 biha bûn û got: "Ger wisa dewam bike, em ê ji mecbûrî derabeyên xwe deynin." 

Krîza aborî tesîreke zêde li sektora mobîlyayê ku pêgirtiyê derveye jî kir. Ji ber ku gelek malzemeyên sektora mobîlyayê girêdayî dolar in, fiyetên wan jî zêde biha bûn. 6 meh berê tebeqeyeke medefe bi 125 lîreyî bû, lê niha bûye 300 lîre, sîlîkon bi 6 lîreyî bû niha bûye 12 lîre, kopuk bi 10 lîreyan bû niha bûye 15 lîre, qabeke çîvayê bi 12 lîreyan bû niha bûye 20 lîre. Hosteyê mobîlyayan Mehmet Tûtûş got ev yek tesîreke neyînî li wan dike. 
 
Tûtûş, destnîşan kir ku di nav 6 mehan de 13 caran fiyetên malzemeyên mobîlyayan guheriye û got: "Em fiyetên xwe serê metroyê diyar dikin. Dema em dest bi karekî bikin fiyetên malzemeyan wê çaxê çi be em li gor wê dikin. Ji ber dolar fiyet tim diguherin û em dixisirin. Loma rewşa me qet nebaş e. Hema bêje em nikarin tu karî bikin."
 
DOLAR KÊM BÛ, FIYET BIHA BÛN 
 
Tûtûş ji bo rewşa sektorê got: "Dema dolar zêde dibin fîrmayên tedarikê fiyetan zêde dikin. Lê dema dolar dadikebe, fiyet erzan nabin. Mirov fêm nake. Çima dema dolar zêde dibe fiyet jî biha dibin, lê dema datê erzan nabin? 3 meh berê hevalekî mobîlyavan hat. Got 'em bi beramberiya daîreyekê dest bi karekî bikin.' Lê ji ber rewşa min nebaş bû min qebûl nekir. Hevalê min dest bi wî karî kir. Lê ji ber zemê hevalê min pir xisirî. ger wisa dewam bike dê mobîlyavan topê bavêjin û dê ji mecbûrî derabeyên xwe deynin."
 
MA/Cemil Ugur-Hamdullah Kesen