Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir

img

COLEMÊRG - Omer Namoglû ku 27 salan wekî karmend di Şaredariya Colemêrgê de xebitî û bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike tevî hevjîna xwe li herêma Berwariyê darên gûzan dihejîne û gûzan berhev dike. 

Omer Namoglû ku 27 salan wekî karmend di Şaredariya Colemêrgê de xebitî û bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike tevî hevjîna xwe li herêma Berwariyê darên gûzan dihejîne û gûzan berhev dike. 
 
'JI BO MUHTACÎ KESÎ NEBIM' 
 
Namoglû, diyar kir ku her sibeh ji bo daweşandin û hejandina darên gûzan saet di 6'ê sibehê de ji mal dertê. Namoglû, bilêv kir ku ji mecbûrî vî karê talûke dike. Namoglû, anî ziman ku 27 sal û 9 mehan di şaredariyê de xebitiye û piştî hat îxrackirin pir mexdûr bûye. Namoglû, got ji bo muhtacî kesî nebe, karekî talûke ye û her sibeh tevî hevjîna xwe li herêma Berwarê gûzan berhev dike û bi vî karî hewl dide debara mala xwe bike. 
 
Namoglû, diyar kir ku ji ber rêyên gundan xirabe ne danê êvarî gûzên ku berhev kirine an li pişta xwe dikin an jî bi ereboka destan tînin. Namoglû got: "Li van gundan jiyan ne hêsan e. Wesayît nikarin di rêyên van gundan de biçin. Ez û hevjîna xwe şeveqê zû radibin û gûzan ji daran dadiweşînin. Paşê ez û hevjîna xwe gûzên ji darê dikevin berhev dike û êvarî jî gûzan tînin gund. Em 8-10 kîlometre rê dimeşin. Carinan em gûzan bi ereboka destan tînin, carinan jî li ser pişta xwe dikin. Giran in, lê dîsa jî ji bo muhtacî kesî nebin em dikin. Nikarim bêjim jiyaneke me ya rihet heye. Îhtimala ku em ji nişka ve ji ser van daran bikevin jî heye. Lê ji mecbûrî dikim. Em muhtacî kesî nabin. Bêyî ku malbata me muhtacî nemerdan bibe em bi awayî debara xwe dikin." 
 
Ruhavza Namoglû, jî diyar kir ku piştî hevjînê wê ji kar hatiye derxistin bi hev re li gundan gûzan berhev dikin. Namoglû, anî ziman ku ji bo debara xwe bikin çi kar hebe dikin û got: "Hevjînê min betal e. Loma diçe ser daran, daran dadiweşîne û ez jî gûzên ji darê dikevin berhev dikim. Rojê em çend teneke gûz berhev dikin. Ji bo em zarokên xwe xweyî bikin, ez û hevjînê xwe mil didin milê hevdu û dixebitin. Deynê me hene, lê dîsa jî jiyan berdewam dike. Çi kar hebe em dikin." 
 
TENEKEYA GÛZAN 160 LÎRE YE 
 
Şêniyê gund Fazil Kaya jî anî ziman ku ji ber ku temenê darên gûzan zêde ye, ji ber dê bişikên mirov nikare pir biçe ser wan û got: "Du sal in rêya gund girtiye. Ji ber vê wesayît nikarin bên. Darên me yên gûzan pir in, lê ji ber rê tune ye em bi ereboka destan wan dikişînin. Ji ber temenê darên gûzan zêde ye zû dişikên. Loma gelek caran em bi çelê darên gûzan dihejînin. Roj heye em çend seferan dikin û gûzan dibin gund. Sala par tenekeya gûzan bi 120 lîreyî bû, niha em bi 160 lîreyî difiroşin. Eger em navika wan derxin û bifiroşin kîloya wan bi 60 lîreyî ye." 
 
‘EM BI GÛZAN DEBARA XWE DIKIN' 
 
Asiye Kaya jî anî ziman ku berê ew li mezrikê diman, lê niha li gund dijîn û ji bo berhevkirina gûzên li gund wan û malbata Namoglûyê li hev kiriye. Kaya bilêv kir ku ji ber îsal şilî tune bû wan çandinî zêde nekiriye û got: "Ji be têya gund girtiye, em nikaribûn zêde biçin. Loma îsal em tenê bi gûzan debara xwe dikin. Em ê gûzan li bajêr bifiroşin." 
 
MA / Hamza Gunduz