Fatûreya ceyranê ya malekê ji sedî 17 TL ferq kir

img
AMED - Serokê Şaxa EMO ya Amedê Mehmet Orak, diyar kir ku di muqayeseya fatûreyên ceyranê yên mehên Tebax û Îlonê de, aboneyek dinavbera 250 û 300 KW de enerjî bikar tîne û ji ber vê ji sedî 17 TL ferq pereyê ceyranê5 dide.  
 
Zemên di mehên Tebax û Îlonê de li ceyranê hatin zêdekirin, fatûre zêdetir kirin. Serokê Desteya Rêveberiya Şaxa Odeya Endezyar a Ceyranê (EMO) a Amedê Mehmet Orak,  derberê zemên li ceyranê hatin zêdekirin de axivî û wiha got: “Me li ser fatûreyên ceyranê yên dû mehan lêkoşîn kir. Aboneyek dinavbera 250 û 300 KW de enerjiye bikar tîne. Ji ber vê yekê 17 TL ferq li fatûreyan zêde kir.   
 
FATÛREYA 147 TL, BÛ 164 TL
 
Orak, diyar kir ku malbatekê ku di meha Tebaxê de 310 KW bikar dianî û 147 TL, 20 qûriş fatûreya ceyranê didan, lê di meha Îlonê de ev fatûre derket 164 TL û 20 qûrişan. Orak, da zanîn ku ev fatûreya ji sedî 48’an a li ser navê “Bedela belavkirin” yek ji qelemên diziyê ye.    
 
PIŞTÎ ARIZÎKIRINÊ FATÛRE ZÊDETIR BÛN
 
Orak, da zanîn ku di sala 2011’an de gava belavkirina ceyranê di destê çamawerî de bû, ji bo malbatekê ku fatûreya 100 TL diha, îro bûye 160 TL. Orak destnîşan kir ku dibin navê bedelê belavkirinê de, ji bo her malbatêkê 50 an jî 60 TL hatiye zêdekirin û wiha bilêv kir: “Qelema beldelê belavkirinê berê di fatûreyan de tune bû. Piştî arizîkirinê, fatûre zêdetir bûn. Hin qelemên bedelên ceyrana winda û qaçak kom dikin û wekî bedelê belav kirin li fatûreyan zêde dikin.” 
 
DINAVA DU HAMAN DE DU CARAN ZEM KIRIN  
 
Dinava meha Tebaxê de, dinavbera ji sedî 9 û 14’an carekê zem hat kirin û di meha Îlonê de jî ji sedî 15 zem hat kirin.  
 
Elektriğe 1 Ağustos’ta yüzde 9 ile 14 arasında zam yapılırken, Eylül ayında da yüzde 15 zam yapılmıştı.