24 karkerên hatin girtin şandin Girtîgeha Sîlîvrî

img
STENBOL – 24 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ku mafê xwe xwestin û hatin girtin, sewqî Girtîgeha Silivrî kirin. 
 
24 karkerên balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ku hatin girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin. Di 15'ê Îlonê de Esker û tîmên taybet bi ser şantiya karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de girtibûn û nêzî 600 karker hatibûn binçavkirin. Ji wan karkeran hinek hatin berdan û hinek jî sewqî dozgeriyê kirin. Ji karkerên hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin 28 karker ji aliyê Dozgerê Gazîosmanpaşa ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger, piştî li îfadeya 28 karkeran guhdar kir bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozger der barê 15 karkeran de jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. Ji 28 karkerên ku sewqi dadgehê hatin kirin jê 4 karker hatin berdan û 24 karker jî hatin girtin. Karkerên hatin girtin ewil şandin Girtîgeha Metrîsê û ji wir jî şandin Girtîgeha Sîlîvrîyê. 
 
Karkerên ku hatin girtin û şewqî Sîlîvriyê kirin wiha ne: Cihan Sarıbulak, Hasan Çetin, Musa Karakuş sewqî Silvirî-1, Mehkmet Celal, Murat Altuntaş, Ferhat Uyar  sewqî Silivri -2, Rıdvan Gonul, Servet Gozel, Akif Altınışık sewqî Silivri- 3, Deniz Aslan, Bilal ve Birkan Topçu sewqî Silivri -4, Mustafa Atay, İlker Kurt, Selami Sariboga sewqî Silivri -5, Anil Deniz Gider, Nedim Fatih Mukan, Ozkan Ozkanli sewqî Silivri -6, Ugur Karakaş, Yunus Ozgur û Yusuf Yılmaz  sewqî Silivri -7 û Muhammet Yigen, Ramazan Gozel, Teyip Kırgin  jî sewqî Silivri -8 kirin.