Nûnerên partiyên siyasî: Polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê rûxiyan

img

MELETÎ - Nûnerên partiyên siyasî yên li Meletiyê diyar kirin ku, sedema krîza aborî polîtîkayên AKP'ê ne û sedema sereke jî polîtîkayên şerî ne. 

Nûnerên partiyên siyasî yên li Meletiyê bal kişandin ser krîza aborî û destnîşan kirin ku polîtîkaya der barê şerê li Sûriyeyê de krîzê kûrtir kiriye. 
 
EMEP: SEDEMA KRÎZÊ ŞER E 
 
Serokê Partiya Kedê (EMEP) a Meletiyê Kemal Gultekîn, diyar kir ku krîz ji zûv de heye û sermaye bi awayekî zêde tengijiye. Gultekîn, bilêv kir ku krîz ji ber polîtîkayên AKP'ê yên heyî kûrtir bûye û êdî li welat tu tiş nayê hilberandin, her tişt tê îthalkirin. Gultekîn diyar kir ku ji ber polîtîkaya şerî krîz kûrtir bûye û got: "Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pevçûn zêde bûn. Ji bo vê hîn bêtir çekan ji derve tîne. Ev jî krîza aborî kûrtir dike." Guletkîn diyar kir ku di operasyonên El Bab, Cerablûs, Ezaz û Efrînê de bi deh hezaran miriv mirin û ji bo vê yekê budçeyeke mezin hat veqetandin. Gultekîn, diyar kir ku ev yek tenê jî nîşan dide ku sedema krîzê ji ber polîtîkaya îktîdarê ay şerî ye û got: "Krîz bi vê pergalê çareser nabe. Divê ev pergal bi temamî biguhere." 
 
HDP: AKP DIRÛXE 
 
Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Mûstafa Aksû jî, destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê di warê aborî de welat ber bi felaketê ve dibe. Aksû, destnîşan kir ku dema mirov li tiştên li welat diqewimin dinere, aşkere ye ku îktîdara AKP'ê dirûxe. Aksû, bi bîr xist ku çavkaniyên welat hemû tên dagirkirin û îktîdar evan çavkaniyan hemû ji bo polîtîkayên şerî bi kar tîne. Aksû, diyar kir ku ev yek jî dibe sedema xizanbûna gel, girtina kargehan û zêdebûna betaliyê. Aksû, destnîşan kir ku sedemeke din a krîzê jî pirsgirêka kurd e û got: "Pirsgirêka kurd nehat çareserkirin. Ger li welatekî aramî û aştî tune be, û şer hebe dê krîzên aborî rû bidin. Çareserî bi şer ne pêkan e. Ji bo çareserkirina pirgsirêka kurd pêdivî bi muzakereyan heye." 
 
ODP: POLÎTÎKAYÊN ABORIYÊ ÎFLAS KIRIN 
 
Serokê Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) a Meletiyê Alî Ekber Baytemûr jî, destnîşan kir ku krîza abor, nîşan dide ku polîtîkayn aboriyê yên 16 salan ên AKP'ê îflas kirine. Baytemûr, diyar kir ku aboriya ku 16 sal in xwe ji hilberîneriyê dûr xistiye niha di krîzê de ye û got: "Mesrefên ku îktîdar dike û mesrefên ji bo qesrê dike, krîzê kûrtir dikin."  Baytemûr, bilêv kir ku sedema krîz aborî polîtîkayên şerî yên AKP'ê ne û got: Ji roja ku Tirkiye mudaxileyî Sûriyeyê kir, mesrefên şer zêde bûn. Em ODP li dijî mudaxilbûna vî şerî ne. Divê gelên Sûriyeyê pêşeroja xwe diyar bikin."