‘Kesên daxwazên wan hebin lêdanê dixwin û tên girtin'

img

EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, girtina 24 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê şermezar kir û got: "Kesên daxwazên wan hebin lêdanê dixwin û tên girtin." 

Şaxa Emeklî Sen'ê ya girêdayî DÎSK'ê ya Edeneyê têkildarî karkerên hatin binçavkirin û girtin û krîza aborî li Parka Înonu daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, Parlamenterê CHP'ê Ayhan Barut û Burhanettin Bulut, nûnerên DBP, DİSK, KESK û gelek saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Beşdarên çalakiyê di daxuyaniyê de pankarta "Mirov di Azadi û demokrasiyê de teqawît nabe" vekirin. Dîsa dowîzên “Ev krîz ne krîza teqawidan e."  û dowîzên der barê şertê jiyana 2003'an û niha de nivîsandibûn bilind kirin. Beşdarên çalakiyê karta sor rakirin û helwesta hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. 
 
ZIVISTANEK PIR ZOR LI PÊŞ KESÊN TEQAWÎD E 
 
Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Edeneyê Mehmet Bunsuz, diyar kir ku êdî krîz nayê kişandin û ji ber krîza aborî zivistanek pir zor li pêş kesên teqawîd e. Bunsuz, anî ziman ku êdî nikarin fatoreyên ceyran, xaza xwezayî, av û ragihandinê bidin û her tişt zem bûye. Bunsuz, destnîşan kir ku ji ber her roj zem dibe êdî nikarin bişopînin û wiha got: "Zivistana li pêş me ji bo kesên teqawît zivistanek pir dijwar e."
 
'BINERIN EM DÊ ÇAWA ABORIYÊ BI HEWA XIN'
 
Parlamenterê CHP'ê Ayhan Barut jî bal kişand ser gotinên hikûmetê AKP’ê yên beriya hilbijartina 24'ê Heziranê ya “Binerin em dê çawa aboriyê bifirînin' û wiha got: "Niha em dibînin ku aborî hildiweşe. Raste aboriyê difirînin me ji davêjin jêra zinar. Em li pişt daxwaza teqawîdan in. 
 
'WELATIYÊN DAXWAZÊN WAN HEBIN RASTÎ TÊN GIRTIN' 
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, jî girtina 24 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê şermezar kir û got: "Kesên daxwazên wan hebin lêdanê dixwin û tên girtin. Li van rojên ku îktîdara yek zilam li ser kar e her roj êşek li êşa din zêde dibe. Hemû welatiyên li vî welatî daxwazên wan hebin rastî lêdanê tên û tên girtin. Dema dayikên Şemiyê daxwaza hestiyên zarokên xwe kirin bi lêdanê hatin binçavkirin. Çend roj berê Karkerên Balafirgeha 3'emîn daxwaza mafê xwe kirin bi lêdanê hatin binçavkirin. Em niha di pêvajoya ku îktîdara AKP’ê bi baca karkeran li Rojhilata Navîn şer dike û Erdogan hemû hevkarên xwe di saziyên dewledê de bi cih dikin de dijîn."