24 karker hatin girtin

img

STENBOL – 24 karkerên înşaetê yên Balafirgeha 3'enin a Stenbolê, ku duh sewqî dozgeriyê hatin kirin, li dadgehê hatin girtin. 

 Esker û tîmên taybet di 15'ê Îlonê de bi ser şantiya karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de girtibûn û nêzî 600 karker hatibun binçavkirin. Ji warkeran hinek hatin berdan û hinek jî sewqî dozgeriyê kirin. Ji karkerên hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin 28 karker ji aliyê Dozgerê Gazîosmanpaşa ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger, piştî li îfadeya 28 karkeran guhdar kir bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozger der barê 15 karkeran de jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. Ji 28 karkerên ku sewqi dadgehê hatin kirin jê 4 karker hatin berdan û 24 karker jî hatin girtin. Heyeta dadgehê der barê 24 karkeran de biryara girtinê da û şand girtîgehê.