Genel Îş a Mêrsînê piştgirî da karkerên Balafirgeha 3'emîn

img
MÊRSÎN – Serokê Şaxa Genel-Îş'ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy binçavkirina karkerên Balafirgeha 3'emîn şermezar kir û wiha got: "Daxwazên karkeran divê bi binçavkirin, zilm û tundiyê neyê bersîvandin. Çalakiyên bi vî rengî her ku biçe dê zêde û belav bibe. 
 
Karkerên balafirgeha 3'emîn di 14'ê Îlonê de li dijî şert û mercên kar ên balafirgehê çalakî pêk anîn û xwestin şert û mercên wan bê başkirin. Lê her çend raşedaran ewil daxwazan wan qebûl kirin jî çend kêlî şûnde dîsa daxwazên karkeran red kirin. Li ser vê yekê karkeran biryar dan ku roja 15'ê Îlonê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê şeva 15'ê îlonê cendirmeyan bi ser şantiyeya karkeran de girt û 600 karker binçav kirin. Dîsa êvara 15'ê Îlonê karkerên ku xwestin li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û daxwazên xwe bînin ziman rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di êrîşa çalakiyê de gelek karker binçavkirin. Karkerên ku hatibûn binçavkirin biribûn Fermandariyên Cendirmeyan ên Arnavutkoy û Maslak a Bajar û Fermandariya Cendirmeyan a Eyupê. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin, duh daxuyani dabu û diyar kiribû ku 401 karker hatine binçavkirin û jê 257 karker hatine berdan. 
 
700 POLÎSÊN SIVÎL BI CIH KIRIN
 
Li aliyekî dorpêça polîs û cendirmeyan a balafirgehê didome. Li aliyê din jî hat diyar kirin ku li herêma şantiyê 700 polîsên sivîl bi cih kirine. Piştî karkeran çalakî pêk anî, rezaleta serwisê jî didome. Karker ji bo li serwîsê suyar bibin bi saetan di dorê de radiwestin û rêzên dirêj ava dikin. Karkeran dixin yek rêzê û li otobusên serwîsê suyar dikin. Îro jî bi sedan karker neçûn ser kar û dest ji kar berdan e. 
 
ÇALAKÎ DÊ BELAV BIBIN
 
Serokê Şaxa Genel-Îş'ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy binçavkirina karkerên Balafirgeha 3'emîn şermezar kir û wiha got: "Daxwazên karkeran divê bi binçavkirin, zilm û tundiyê neyê bersîvandin. Çalakiyên bi vî rengî her ku biçe dê zêde û belav bibe. Goksoy, anî ziman ku AKP alîgirê sermayedaran e û wiha got: "Nûnerên sendîkayan ên piştevaniya karkeran dike û mafê wan diparêze tên derbkirin. Ev nîşan dide ku AKP raste rast alîgirê sermayedaran e. 
Di bin navê qezayên kar de li kargeriyan cînayetên pir zêde pêk tên. Di 8 mehên 2018'an de hezar û 290 karker di cînayetên kar de mirin. Di cînayetên kar de Tirkiye di cîhanê de di rêza 3’emîn de ye. Di welatên Ewropa de jî di rêza yekemîn de ye. Sedema vê yekê jî teşaronî ye. Dîsa karsaz keyfî tev digerin û hesabê vê yekê ji wan nayê pirsîn. Hemû ji bin AKP'ê derdikevin. Ji cînayet û çalakiyên pêk tên AKP berpirsiyar e. Li şûna AKP mafe karkeran biparêze li pişt karsazan radiweste." 
 
Goksoy, anî ziman ku ji ber AKP nikare çalakiya karkeran bi terorê ve girê bide raste rast êrîşî wan kiriye û we binçavkirine. Li hemû Tirkiye daxwaza çîna karkeran hevpar e. Ji ber vê yekê ditirsin ku ev çalakî belav bibin. Ji sedî 99 yên hildiberînin, kar dikin, ked didin, bacê didin çîna karkeran e. Lê daxwaza karkeran li ber çavan nayê girtin. AKP, hewl dide bi zext û tundiyê karkeran bêdeng bike. Ev ne çareserî ye. Em wekî Genel Îş a DİSK'ê em dê her dem li pişt mafê rewa û mafdar ê karkeran bin û li pişt çalakiya wan bin. 
 
MA / Ergin Çaglar