‘Bi krîza aborî re zarokên karker zêde dibin’

img

ENQERE – Ji pisporên Meclîsa ÎSÎG’ê ya Enqereyê Pinar Abdal diyar kir ku her çiqas sala 2018’an Wezareta Civak û Xebatê “sala têkoşîja li dijî karkeriya zarokan” îlan kir jî lê tu xebat nekir û bi kûrbûna krîzê re hejmara zarokên karker zêde dibin. 

Wezareta Civak û Xebatê bi boneya têkoşîna li dijî karkeriya zarokan û vê karkeriyê rawestîne sala 2018’an sala têkoşînê îlan kir. Ji aliyê Wezaretê ve di navbera salên 2013-2017’an de “Bernameya Netewî ya Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan” hat amadekirin, lê hêj vê bernameyê sûda xwe nedaye kolanan. 
 
23 KARGEH LÊPIRSÎNE 
 
Di sala têkoşîna li dijî xebitandina zarokan de li gorî daneyên Desteya Teftîşê ya Kar a Wezareta Civak û Xebatê bi hinceta zarokan li dijî qanûn û rêziknameyê li 279 kargehan cezayê pere hat birîn. Di 5 mehên îsal de jî tenê 23 kargeh hatin lêpîrsînkirin û cezayê pere hat birîn. 
 
DI 7 MEHÊN 2018'AN DE 41 ZAROKÊN KARKER JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiyê (ÎSÎG) ya Enqereyê di meha gulana 2018’an de rapoerek aşkere kiribû û li gorî vê raporê di cînayeta kar û hem jî di xebitandina zarokan de zêdebûnek heye. Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG’ê ji serê salê heta dawiya meha gulanê 41 zarok jiyana xwe ji dest dan û ji 12 hezîranê vir ve 14 zarok jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dîsa li gorî daneyên ÎSİG’ê di navbera 2013 û heta meha tebaxê ya 2018’an bi giştî 333 zarok ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan. 
 
ZAROK HERÎ ZÊDE DI KARÊ COTKARIYÊ DE TÊN XEBITANDIN 
 
Li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon zarok tên xebitandin û li gorî dabeşkirina sektoran herî zêde zarok di karê cotkariyê de tên xebitandin. Ji sedî 45’ê zarokan di çandiniyê ango cotkariyê de dixebitin. Ji sedî 31 li sektora xizmetan tên xebitandin û ji sedî 21’ê wê jî li pîşesaziyê tên îstîhdamkirin. Bi taybetî rêjeya zarokên keçik ên di karê çandiniyê de tên xebitandin ji sedî 58 pêk tê û ev yek tabloyek xerab dide nîşandan. 
 
LI CÎHANÊ 152 ZAROKÊN KARKER HENE 
 
Li gorî rapora Rêxistina Xebata Navnetewî (ILO) ya di 2017’an li tevahiya cîhanê zarokên temenê wan di navbera 5-17’an de diguhere 152 milyon zarokên karker hene. 64 ji van zarokên keçik in û 88 milyon karkerên din jî zarokên lawik in. 
 
‘DÊ ZAROK BÊTIN BÊN XEBITANDIN’ 
 
Pisporê Sendîkaya Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK'ê Ozgun Millîogullari diyar kir ku di her teşvîka tê kirin de zarokan hin bêtir teşvîkê kar dikin û dê ev bibe sedemê kedxwariyê. Millîogullari anî ziman ku her roja diçe hejmara zarokên karker zêde dibe û navê zarokên karker bûye karkerên şagirt. Millîogullari got divê têkildarî karkeriya zarokan yekîneyên taybet bên avakirin. 
 
‘KRÎZ XEBITANDINA ZAROKAN KÛRTIR DIKE’ 
 
Endama Meclîsa ÎSÎG’ê ya Enqereyê pispor Pinar Abdal jî destnîşan kir ku ji karê hindik talûketir bêtir di karên bêtir talûketir de tên xebitandin. Abdal da zanîn ku cînayeta zarokên karker heta 5 saliyan daketiye û zarok wek hêza erzan a kar tên tahsîskirin. Abdal destnîşan kir ku her çiqas sala 2018’an Wezareta Civak û Xebatê “sala têkoşîja li dijî karkeriya zarokan” îlan kir jî lê tu xebat nekir û bi kûrbûna krîzê re hejmara zarokên karker zêde dibin. 
 
MA / Bêrîvan Altan