Esnafên Amedê: Ger ku krîza aborî tune çima em têk diçin?

img

AMED – Esnafên Sîteya Taptanciyan a Amedê bertek nîşanî qrîza aborî dan û diyar kirin ku ger krîza aborî tune be ew çima têk diçin. Esnafan, da zanîn ku bi vî halî biçe dê 3 meh şûnde dikanên xwe bigirin. 

Esnafên Amedê ji ber krîza aborî û zêdebûna dawîzan bi fikar û gazinc in. Esnafên herêma Sîteya Toptanciyan ên Amedê ji ber krîza aborî her diçin dikevin rewşek xerab. Esnafên biçûk, ji ber ku li aliyekî krîzai aborî zêde dibe, hêjmara AVM û marketên mezin zêde dibin rewşa wan xerab dibin. Esnafên ku krêdî ji bankayan kişandine û nikarin deynê bankayan bidin kûr kûr difikirin û bi fikarin ku dê çawa deynê bankayan bidin. Esnafên sîteya Toptanciyan ên ku zexîre û amûrên din ji fabrîqeyan tînin û difiroşin esnafên din diyar kirin ku ji ber krîn û firatin tune ye û malê ku distînin buha dibe zerarê dikin. Esnafan anîn ziman ku gelek dikan ji ber krîza aborî hatin girtin û ger bi vî rengî bidome dê heta 3 mehan deriyê dikanên xwe bigirin. 
 
NEDIYARÎ FIKARAN ZÊDE DIKE
 
Esnaf Huseyin Koldaş ê malzemeyên kirtasiyê difiroşe diyar kir ku zêdebûn û daketina dolaran bandorê li ser her kesî dike û wiha got: "Hemû esnaf dikevin bin bandorê. Nediyarî hemû esnafan dixe nava fikaran. Koldaş, Pêşeroja me ne diyar e. Fikarên me zêde ne. Em bi zahmetî rojên xwe derbas dikin. Piştî firotina bi deyn hat rawestandin, niha firotina pêşîn jî hat rawestandin. 
 
‘MALÊ BI 70 TL DIHAT FIROTIN DERKET 100 TL YÎ' 
 
Esnaf Ejder Gulsever ku bi salan de malzemeyên elektronîkê difiroşe, anî ziman ku ger aborî wisa bidome dê 3 meh şûnde dikakên xwe bigirin. Gulsever, anî ziman ku dolar bandorek neyînî li ser wan dike. Malzemeyên ku me berê bi 70 TL bû niha bi 100 TL ye. Esnafên ku her dikanê vedikin 500 TL dikevin zerarê hene. Esnafên ku pereyên wan li derve hene nikarin bistînin." 
 
‘GER KU KRÎZ TUNE BE EV ÇIYE?' 
 
Esnaf Kazım Bayram jî bertek nîşanî krîza aborî da û wiha got: "Ger ku krîz tune be ev çi hale. Çima esnaf roj bi roj têk diçin. Her roj mal û berhemên zexîreyan zem dibin. Malbatên xizan zor û zahmetiyên mezin dijîn." 
 
Esnaf Mikail Gunçiçek diyar kir ku ew çayê bi dowîzan dikire û bi TL difiroşe û ji ber vê yekê zerar dike. Gunçîçek, anî ziman ku di nava hefteyekê de 20 TL zem hat ser çayê. Çaya ku ez bi 2.5 dolari dikirim ez 4 dolar bacê didim. Ger ku dolar wisa zêde bibe ez dê xaniyê xwe bifiroşim. Çaya ku min kîloya wê bi 37 TL difirot, niha neçarim bi 57 TL bi firoşim. Niha rewşa esnafan qet nebaş e. Ez 2 milyon TL deyndarê bankayê me." 
 
MA / Lezgin Akdeniz