Teqawid: Çima budçe ji bo wan heye lê ji bo me nîne?

Parve bike:

MÊRSÎN – Teqawidên li Mêrsînê tev li mitîngên bi dirûşma “Dawî li zilma hejariyê bînin” bûn, wiha bertek nîşan dan: “Çima di budçeyê de para wan heye lêbelê para me nîne?” 

 
Tum Emeklî Sen’ê duh li Mêrsînê bi dirûşma “Dawî li zilma hejariyê bînin” mitînga herêmê li dar xist. Ji Dîlok, Osmaniye, Hatay û Edeneyê jî gelek kes tev li bûn. Teqawidên tev li mitîngê bûn, diyar kirin ku nikarin debara xwe bikin. 
 
Teqawidan, diyar kir ku teqawidan bi salan ji bo vî welatî kar kir û prîm dane lêbelê di halê hazir de nikarin debara xw bikin. Teqawidan got: “Dema em ji bo mûçeyên xwe zemê daxwaza dikin dibêjin pere tune ye. Ji bo hezar lîreyan nedin me dibêjin di budçeyê de pere nîne. Lêbelê her yek ji wan xwedî çendek erebeyan e. Balafirên wan, helîkopterên wan hene. Binêrin, bi helîkopteran diçin fitareyan. Lê dema dor tê me jî dibêjin pere tune ye. Çima ji bo te heye lê ji bo me nîne? Pereyê hûn didin teqawidan ji bi têrî 30 rojan nake. Gelo dê teqawid çawa bijîn?”
 
MA / Mehmet Guleş