Ji DÎSK’ê rapora OHAL’ê: Ev rejîm ji gel re zirar e

img

STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu rapora OHAL û “Rejîma Serokatiyê” ku amade kiribûn aşkere kir û got: “Ev rejîm ji gel re zirar e.” 

 
Daîreya Lêkolînê ya Konfedarasyonên Sendîkaya Karkerên Şorşeger a Tirkiyeyê (DÎSK-AR) têkildarî du salên OHAL û “Rejîma Serokatiyê” raporek bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Civîn li Navenda Giştî ya DÎSK’ê ya navçeya Beşîktaşa Stenbolê pêk hat û Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu û rêveberên DÎSK’ê tev li bûn. Çerkezoglu raporê aşkere kir. 
 
Çerkezoglu diyar kir ku du salên OHAL’ê û geşedanên pê re derketin holê li dijî rêgezên demokrasiyê ne û got: “Serdema OHAL’ê li dijî makezagonê bû û wek rejîmek zordest qewimî.” 
 
‘RAYEYA KHK’YAN XERAB BIKARANÎN’ 
 
Çerkezoglu anî ziman ku hikumetê di pêvajoya OHAL’ê de bi rayeya KHK’iyan sînorên makezagonê bi xerabî binpê kir û wiha dewam kir: “Îradeya TBMM’ê xesp kirin. Di çarçoveya OHAL’ê de 32 KHK hatin weşandin û bi ser 150 heb qanûn hatin guhertin. Sererastkirinê eleqeya xwe bi OHAL’ê ve nînbûn pêkanîn. Guhertina van qanûna bandora xwe li ser peymanên kar kirin. Gelek mînakên bê eleqe yên van qanûnan hene.” 
 
‘EV REJÎM LI DJÎ GEL E’ 
 
Çerkezoglu destnîşan kir ku OHAL’ê encamên giran li pey xwe hiştin û wiha got: “135 hezar xebatkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Hezar û 959 endamên Genel Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê bi destê qeyûm û KHK’yan ji kar hatin derxistin. Piştî weşandina van KHK’iyan komîsyona OHAL’ê ya hat avakirin jî nimûne bû. 7 grev hatin qedexekirin. Bi bahaneya OHAL’ê gelek xebat û çalakiyên ji bo kar hatin qedexekirin û astengkirin. Bi hinceta OHAL’ê bi awayek li dijî hiqûq mafê karkeran hatin desteserkirin. Îdiaya “OHAL ne li dijî gel hatiye îlankirin” ji aliyê hikumetê ve hat pûçkirin. Hemû rayeyê dan desthilatdariyê. Rayeya waliyan jî zêde kirin. ‘Rejîma Serokatiyê’ ya xistin meriyetê li dijî demokrasî û hiqûqê ye û nîşaneya hin bêtir binpêkirina mafê mirovan e. Ev rejîm ji bo gel zirar e.”