Bijîşkan tundî şermezar kirin

img
 
RIHA - Odeya Bijîşkên Rihayê, bertek nîşanî êrîşa li ser Bijîşk Bahattîn Ahmet Yalçin ê ji aliyê xizmên nexweşekê ve pêk hat da û got: “Em dixwazin tedbîrên astengker û rast bên girtin.” 
 
Li Serwîsa Lezgîn a Zarokan a Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha navçeya Herran a Rihayê, di 18’ê Tîrmehê de, Dr. Bahattîn Ahmet Yalçin rastî êrîşa xizmên nexweşekê û ji ber ku cismek hişk li serê wî xistin bi giranî birîndar bûbû. Odeya Bijişkan a Rihayê, bi armanca şermezar kirina êrîşa li dijî Yalçin, li ber Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înîn daxuyanîda çapemeniyê. Egîtîm Senê, Şaxa SES’ê ya Riha, Baroya Rihayê, Şaxa Komeleya Bijîşkên Malbatê ya Rihayê û  Şaxa Sen Saglik Turk a Rihayê beşdarî daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de  pankarta “Ji tundiya li dijî bijîşkan re na” hat vekirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk daxuyanî da û wiha axivî: “Her roja derbas sibe tundiya li dijî bijîşkan mezintir dibe.”
 
Melîk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Berê jî Dr. Ersîn Arslan, Dr. Kamîl Fuat û Dr. Aynur Dagdelen hatin kuştin û bi dehan bijîşek rastî tundiyê hatin, lê desthilatdariya siyasî di qeda tenduristiyê de tu gavek şênber ne avêt. Niha di qada tenduristiyê de tundî zêdetir bûe û pirsgirêkên cîdî hene. Ji bo parastina hempişeyên me, em dixwazin tedbîrên astengker û rast bên girtin. Em êrîşa li ser Yalçin jî bi tundî şermezar dikin.”
 
Piştî axaftina Melîk, daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.