Li santrala termîkê hezan: 11 karker birîndar bûn

img

MUGLA – Li navçeya Yataganê di qenala sewqkirina komirê ya santrala termîkê de hezan pêk hat û 11 karker birîndar bûn. 

 
Li santrala termîkê ya li taxa Şahînler a navçeya Yatagan a Muglayê qenala sewqkirina komirê hilweşiya û hezan pêk hat. Di hilweşîna qenalê de 11 karker birîndar bûn. Karkerên din agahî dan û li ser agahdariyê ekîbên tenduristiyê, AFAD, polîs û leşkeran sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Di encama xebatê de 9 karker derxistin rakirin nexweşxaneyê û xebata rizgarkirina 2 karkerên di bin loda hesin de mane didome. Hat zanîn ku rewşa jiyana hin karkeran xetere ye.