Karkerên Flormarê: Em ê bi ser bikevin

img
STENBOL – Karkerên firmaya kozmetîkê ya Flormar ên bi hinceta xwestine bibin endamê sendîkayê û ji ber vê yekê ji kar hatin avêtin ji 15’ê gulanê vir ve li ber fabrîkayê çalakiya xwe dewam dikin. Karkeran got: “Ne em bila patron bitirsin. Em jin bixwazin em ê bi ser bikevin.” 
 
Li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Gebze 127 karkerên li fîrmaya kozmetîk a Flormar dixebitin, xwestin bibin endamên sendîkayê. Lê li ji ber daxwazê karker ji kar hatinê avêtin. Karker ji 15’ê gulanê li ber fabrîkayê çalakiya xwe didomînin. Ji berk u 7 karker destek da hevalên xwe ew jî ji kar hatin derxistin. Gelek rêxistinên sivîl û jinan destekê didin karkeran û ji bo wan di nava hewldanan de ne. 
 
Em derbarê têkoşîna didin de bi karkeran re axivîn. 
 
‘EM NABIZDIN’ 
 
Karkera Flormarê Gulperî Guldalî diyar kir ku rayedar çalakiya wan ji nedîtî ve tên û got: “Karsaz ji hêza feraseta dewletê hêz digirin. Em patronan têr dikin û ew jî berîka dewletê xwedî dikin. Ji ber vê yekê dewlet li gel me cih nagire û li cem patronan cih digire. Heke dewletê piştevaniya patronan nekira, dê niha halê me jî ne evbûya û em ê bixebitîna. Dixwazin me bibizdînin. Lê em ê nebizdin. Heta doza me bi ser bikeve em ê bi ken û hezkirina xwe di çalakiyê de bin.” 
 
‘EM NE BI TENÊ NE’ 
 
Guldalî destnîşan kir ku piştevaniya derdorên cuda ya ji bo wan hêz dide wan û wiha dewam kir: “Ev piştevanî me serbilind û rûmet dike. Em çalakiya xwe bi coştir birêve dibin. Piştevaniya wan dide nîşandan em bi tenê ne. Em bê navber li berxwe didin û dilê her kesî li cem me ye.” 
 
‘HÊZA ME YA EM FABRÎKAYÊ BISEKÎNIN HEYE’ 
 
Guldalî da zanîn ku gelek endamên wan hêj di fabrîkayê de dixebitin û got: “Gelek karker dibin endamên sendîkayê. Nikarin me bibezdînin. Heke em karker bixwazin em dikarin her tiştî bikin. Hêza me ya ku em hilberîna fabrîkayê rawestînin heye. Em dikarin bê hilberîn jî jiyana xwe dewam bikin, lê patron bê hilberîn nikarin bijîn. Ev di destê me de ye. Ne em bila patron bitirsin.” 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Karkerek din a Flormarê Ayşe Guldalî jî anî ziman ku patron hêza xwe ji dewletê digirin û wiha got: “Patron û dewlet mîna hev in. Ji vê bonê li dijî mafê me yê qanûnî derketin û me ji kar derxistin. Ev jî ji ber desteka dewletê pêk tê. Nayê wê maneyê ku ew pişta hev bigirin, em ê têk biçin. Em ê qezenc bikin, bi bawerin û bi ser bikevin. Em baweriya xwe bi vê riyê anî û derketin rê. Em jin bixwazin wê her tiştî pêk bînin û bi ser bikevin.”