Karkerên di grevê de bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin

img
STENBOL - Greva karkerên di înşaeta Esenyurt a Zanîngeha Beykent de kar dikin û nikarin pereyên xwe bistînin, tevî firmaya taşeronê li avahiya navenda zanîngehê berdewam dike. Karkeran bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin. 
 
Nêzî 500 karkerên di sala borî de, li înşaeta Wargeha Esenyurt a Zanîngeha Beyket a girêdayî navçeya Arnavutkoya Stenbolê dest bi kar kirin, ji ber ku bi mehan pereyên wan nehatin dayîn, dest bi greve kiribûn. Karkerên firmaya taşeronê yên pereyên xwe ji firmaya Ana Yuklenîcî negirtin jî beşdarî greva karkerên Esenyurtê kirin. Karkerên di greve de, îro hatin ber Avahiya Navenda Zanîngeha Beykentê û bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin.
 
Karker Ercan Sancak têkildarî hevdîtin axivî û wiha got: “Ji bo ku me heqdestê xwe bigirin me dest bi greve kir. Me rewşa xwe ji parêzerên zanîngehê re anî ziman. Parêzseran gotin ‘sûcê Avahîsazên Arel Peyzaje.  Em hinekê bi ser wan de çûn. Dûre belgeyên pêdiviyên lêçûnên ên teslîmî fîrmayê kirine, nîşanî me kirin.” 
 
Karker piştî daxuyaniyê ji ber zanîgehê çûn û gotin ewê dinava xwe de biçin nirxandinan û dûre dê biryar bidin.