Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin

img
RIHA – Cotkarên fistiqên Rihayê wek zarokên xwe li darên fistiqan dinêrin. Cotkaran diyar kir ku ji ber barîna zêde ya baran û teyrokê keda wan vala çûye û dewletê kêm piştevanî daye wan. 
 
Her çiqas navê Dîlokê bi fistiqa derketibe jî lê bes fistiqên herî zêde yên Rihayê ne û bi nav û deng in. Cotkariya fistiqan li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk, Hewag, Curnê Reş û navenda Rihayê jênevegera karê çandiniyê ye. Cotkaran da zanîn ku wan 20 sal berê şaxên fisitiqan çandine û hêj îsal dê hilberîn jê bigirin. 
 
Cotkarên fistiqan behsa zor û zehmetiyên karê fistiqan û zerara îsal ji ber barîna şiliyê dîtine kirin. 
 
JI HILBERÎN BIDE 20 SAL DISEKININ 
 
Cotkarê fistiqan Cezayîr Canpolat diyar kir ku karê fistiqa zor e û kedek giran dixwaze û got: “Çawa mirov li zarokek nû çêbûye dinêre, dara fistiqê jî heman xwedîkirinê dixwaze. Em wek zarokên xwe li darên fistiqan dinêrin. Darên fistiqan ji avhewa germ hez dikin. Ji bo mirov ji darek fistiqê hilberîna bigire lazim mirov 15-20 salan bisekine. Fistiq karê sebrê ye.” 
 
Canpolat anî ziman ku temenê darek fistiqê nêzî 150 salan e û dema çinîna fistiqan ji meha tebaxê dest pê dike heta meha îlonê didome. 
 
‘ME XESAR KIR’ 
 
Canpolat destnîşan kir ku barîna teyrokê û barana virnî ya îsal xesarê daye darên wan fistiqan û her çiqas dewletê piştevanî dabe cotkaran jî lê piştevaniya wan kêm e. 
 
‘KEDA MIN A 20 SALAN ÇÛ’ 
 
Delfar Şahîn ê li gundê Sorik a girêdayî Bêrecûkê cotkariya fistiqan dike jî diyar kir ku ji ber barîna îsal a dereng keda wî ya 20 salan e li benda hilberîna darên xwe sekiniye vala derketiye û got: “Karek gelek zor e. Desteka dewletê ji bo xesarê da me gelek kêm e. Em dixwazin ku xesara me bê temînkirin.” 
 
‘HEQÊ XESARÊ TÊR NAKE’ 
 
Cuma Ateş ê cotkar jî ji ber şiliyê xesar daye darên wî fistiqan xemgîn e û got: “Em ê îsal fistiqan negirin. Her sal me 15-20 kîlo ji darekî digirt, lê îsal dê bikeve bin 5 kîloyan. Heqa xesara me têr nayê dayîn. Piştevaniya ji bo xesarê gelek hindik e.” 
 
MA / Erdogan Alayumat