Karkerên înşata Zanîngeha Beykentê dest ji kar berdan

img

STENBOL – Karkerên di înşata Kampusa Zanîngeha Beykentê ya Esenyurtê de dixebitin bi boneya mûçeyê xwe nesitendin dest ji kar berdan.  

 
Nêzî 40 karkerên li Kampusa Zanîngeha Beykentê ya Esenyurtê ya li Hadimkoya Stenbolê dixebitin bi boneya ev 4 meh in mûçeyên xwe nesitendin dest ji kar berdanû dest bi çalakiyê kirin. Karkeran li ber kampusê afîşên “Yên pereyê karkeran nede, nikare parwerdehiyê bide dizê kedê”, “Grev heye Serokomar dengê me bibîhîze” û “Zanîngeha Beykentê pereyên karkeran razîne” daliqandin. Karkerên li ber kampusê çalakiya xwe dewam dikin diyar kirin ku heta ew mûçeyên xwe bistînin dê çalakiya xwe bidomînin.