Paylan: Osmaniyan jî zavayê xwe danenîbû ser xezîneyê

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ê Berdevkê Komîsyona Aboriyê têkildarî zavayê Erdogan, Berat Albayrak ku bû Wezîrê Xezîne û Maliyê ev şîrove kir: “Di serdema Osmanliyê de jî tu padîşahî zavayê xwe dananiye ser xezîneyê.” 
 
Wezîrên rejîma nû ya li Tirkiyeyê duh ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatin aşkerekirin. Guhertina kabîneyê bandorek neyînî li ser piyasayê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ê Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê rewşa aboriyê nirxand û got ku duh darbeyek mezin li aboriyê dan. 
 
‘DI SERDEMA OSMANLIYÊ DE JÎ TIŞTEK WIHA TUNE BÛ’ 
 
Paylan destnîşan kir ku di rêveberiya aboriyê de aqlê rasyonel derveyî dewreyê hiştine û got: “Serokomar pir aşkere rave kir ku wê welêt di çarçoveya saltanatiyê de birêve bibe. Vê yekê danî holê Di serdema Osmanliyê de jî tu padîşahî zavayê xwe daneniye ser xezîneyê.”