Cotkar: Êdî em îdare nakin

img
MÊRSÎN – Cotkarên li Kazanliya Mêrsînê karê serayê dikin, yeko yeko dev ji kar berdidin. Serokê Yekîtiya Hilberîneran Tansel Îzgî got: "Di salên dawî de toxim ji sedî 130-140 zem xwar. Toxim bûye 3 lîre. Maliyeta donimekê 6 hezar lîre ye. Naylon bûye 20 lîre. Êdî em nikarin îdare bikin." 
 
Cotkarên li Kazanliya Mêrsînê karê serayê dikin, niha ji ber polîtîkayên çandiniyê yên îktîdarê hindik mane top bavêjin. Gelê herêmê ku bi serevaniyê debara xwe dike, ji sedî 80'ê yê wê vî karî dike. Niha cotkar ji ber krediyên bankeyan û nebûna bazarê tengijîne. Serokê Yekîtiya Hilberîneran a Akdenîzê Tansel Îzgî, bal kişand ser zor û zehmetiyên serevaniyê. 
 
‘SERA YEKO YEKO TÊN GIRTIN' 
 
Îzgî ku ji zarokatiya xwe ve cotkariyê dike, diyar kir ku cara ewil ew bi rewşeke wisa re rû bi rû mane û hema bêje li herêmê cotkarî qediyaye. Îzgî, bilêv kir ku pirsgirêkên rû didin ji ber polîtîkayên hikûmetê ne û got: "Niha hema bêje hemû cotkar deyndarê bankeyan e. Cotkar nikarin deynên xwe bidin. Cotkar gubre, toxim û tiştên din biha dikirin. Yanî mesref zêde ye. Yanî li herêmê pirsgirêk zêde ne. Her wiha malên tên hilberandin jî li bazarê nayên firotin. Loma niha cotkar nikare hilberîne. Çimkî cotkar dizane ku dê ji berên ku hildiberîne tiştekî qezenc neke, loma çandiniyê nake. Ev jî tê wateya ku hilberandin qediyaye. Niha ji sedî 50-60'ê erdê li herêmê beyar in. Cotkaran dev ji kar berda. Heta ev polîtîkayên derbarê çandiniyê de bi dawî nebin, dê ev pirsgirêk tim hebin." 
 
‘COTKARÊN DEYNDAR IN ÎFLAS KIRIN' 
 
Îzgî, bilêv kir ku di çend salên dawî de cotkar gelekî tengijîne û bi lehiya ku di sala 2016'an de li Mêrsînê çêbû hema bêje cotkarî qediya. Îzgî got: "Piştî lehiyê cotkarên deyndar top avêtin. Cotkar tim bi hêvî bûn. Yanî dixwestin hêviya wan neqede, lê êdî pirsgirêk zêde ne. Her sal deynê wan zêde dibe û loma dev ji kar berdidin." 
 
Îzgî bal kişand ser mesreferan jî û got: "Toxim bûye 3 lîre. Maliyeta donimekê 6 hezar lîre ye. Îjar dê cotkaar çawa qezenc bike? Naylon bûye 18-20 lîre. Yanî serê donimê 3-4 hezar lîre ye. Êdî em hew îdare dikin. Dikarim bibêjim ku ev serdem ji bo cotkaran ya dawî ye. Em cotkar niha bi temamî ji hilberînê dûr ketine." 
 
Îzgî, bilêv kir ku divê demildest dawî li van polîtîkayên çandiniyê bên.