Nakliyatvanên Mêrsînê yek bi yek îflas dikin

img

MÊRSÎN – Berdevkê Çapemeniyê yê Komeleya Sîteya Veguhêzkaran a Mêrsînê Mûrat Kûmral diyar kir ku ji ber polîtîkayên şerî û bihabûna fiyetên mazotê fîrmayên nakliyatê top avêtine. Kûmral, anî ziman ku ji ber ajokar jî ji seferê pereyan qezenc nakin mesrefên wan zêde dibin. 

Li Sîteya Vguhêzkaran a Mêrsînê ji ber polîtîkayên şerî yên derve û hundur ên hikûmetê, di çend salên dawî de hema bêje gelek fîrmayê veguhêzkariyê û ajokarên TIR'ê li ber topavêtinê ne. Di demên dawî de ji ber zêdebûna qûra dowîzî û bihabûna fiyetên mazotê gelek ajokarên TIR'ê êdî wesayîtên xwe naxebitînin. Berdevkê Çapemeniyê yê Komeleya Sîteya Veguhêzkaran a Mêrsînê Mûrat Kûmral diyar kir ku di du salên dawî de ew bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. 
 
FÎRMA BI DEYNAN LI SER PIYAN E 
 
Kûmral, destnîşan kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn dolar û euro zêde dibin û fiyetê mazotê biha dibe. Kûmral anî ziman ku ev yek ji ber şeran e û niha fîrma nikarin deynê xwe bidin. Kûmral bilêv kir ku dewlet dibêje wan kredî derbas kirine û herkes dikare krediyê bikişîne, lê belê ev tişt tenê di gotinê de heye. Kûmral got, şîrketên veguhêzkariyê yên li sîteyê bi deynan li ser piyan e. 
 
Kûmral anî ziman ku li sîteya veguhêzkariyê nêzî 150 fîrma hebe, lê belê di du salên dawî de li vê sîteyê tu kar tune ye. Kûmral diyar kir ku îthalat û îxracat pir kêm bûye û ev yek bi awayekî zêde bandoreke neyînî li karê wan dike. 
 
Kûmral diyar kir ku fîrma hndik mane top bavêjin û di du salan de 10 fîrma top avêtine û fîrmayên din jî bi hin hesabên pîvekî li ser piyan e. Kûmral got: "Yanî çerx bi deynan digere. Krediyekê dikişînin pê deynê krediya din didin û bi vî awayî hewl didin li ser piya bisekinin. Êdî ajokar nikarin bi derekê ve jî biçin. Niha fiyetê mazotê bûye 5 lîre û 70 qurîş. Hûn bi kîjan ajokarê TIR'ê re li hev dikin bikin, lê ew fiyetê ku we li ser li hev kiriye wan xelas nake. Ajokarên veguhêzkariyê yên diçin nikarin bi paş ve vegerin. Hem cîro, hem qezenc di nav piyan de ye." 
 
'AKP XWE JÎ GEL JÎ Û ABORIYÊ JÎ QEDAND' 
 
Mîkaîl Berkê ku 28 sal in ajokariya TIR'ê dike, anî ziman ku di demên dawî de fîrmayên veguhêzkariyê jî û ajokar jî bi pirsgirêkên aborî yên mezin re rû bi rû ne. Berk, diyar kir ku di du serdemên ewil ên AKP'ê de rewşa karê wan baş bû, lê di 4 salên dawî de ew pereyên ku berê qezenc kiribûn jî ji dest wan çûye. Berk got: "AKP di vî 4 salên dawî de xwe jî, aboriyê jî û gel jî qedand." 
 
JI BETALIYÊ QEHWEXANE TIJE BÛN 
 
Ajokarê TIR'ê Hasan Altûg ku ji ber bihabûna fiyetên mazotê gazinca dike got: "Dê hikûmet me biqedîne. Heta 3 sal berê jî me mehê 12 sefer dikirin. Wê çaxê me pere qezenc dikirin. Lê niha mehê ancax em 2 an jî 3 seferan dikin. Niha serê seferê ancax 200 lîre ji me re dimîne. Berê di her seferê de 500-600 lîre ji me re dima. Niha em diperpitin, kar tune ye. Yanî bi kurt û kurmancî em ên ku di sîteya veguhêzkariyê de dixebitin ji betalî li qehwexaneyan rûdinên û dilîzin." 
 
MA / Engin Çaglar