Ne li Dolar, li mazotê binerin

img
HATAY – Esnafên bazarê yên Hatayê destnîşan kirin ku bi vê rewşa aborî, dê tu tişt neyên kirîn û firotin. Esnafan got: “Ne li dolar, li mazotê binere.” 
 
Her ku hilbijartina 24’ê Hezîranê nêz dibe, zêdebûna qûrên dowîzî jî zêde dibin. Ev yek hem tesîreke dijwar li welatiyan hem jî li esnafan dikeç Li navçeya Samandag a Hatayê esnafên bazarê, destnîşan kirin ku ji ber rewşa aborî ew nikarin tu karî bikin. 
 
'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’ 
 
Vahap Dîzel ku li bazarê zebze û fêkiyan difiroşe, diyar kir ku mirov êdî nikarin tu tiştî bikirin û êdî tu qîmeta lîreyê tirkî nemaye. Dîzel got, ji ber zêdebûna dolar û Euro ew nikarin tu karî bikin. Dîzel got: “Êdî em nikarin mazotê jî bikirin. Em nikarin tu tiştî biçinînin û karê me nabe. Divê demildest tevdîr bên girtin.” 
 
Esnaf Îdrîs Duzel jî got: “Ji roja ku ev hikûmet hatiye, em mal û milken xwe difiroşin, em dixebitin lê dîsa jî em nikarin debara xwe bikin. Êdî di dest mirovan de pere nemane. Jixwe kesên pereyên wan hene jî diçin marketên mezin. Bihabûna fiyetên mazotê bandor li bazarê jî kir. Êdî em nikarin debara xwe bikin.” 
 
'HINDIK MAYE ÎFLAS BIKIM’ 
 
Cotkar û esnaf Nîhat Şahîn jî, anî ziman ku 12 salin seravaniyê dike, lê belê niha li ber îflasê ye. Şahîn, got 30 hezar lîre deynê wî heye û ew niha nikare dermanên çandiniyê bikire. Herkes behsa dolar dike, lê fiyetê mazotê zêde biha ye. Em mazotê bi kar tînin, lê têrê nake. Ji ber bihabûna fiyetê mazotê wesayîta xwe naxebitînim. Bi kire diçim, ji bo em mehsûlan bikirin me anîn vê rewşê. Eger dixwazin bibînin ka em d içi halî de ne, kerem bikin bila bên ka em çi dikêşin. Êdî lêçûnên her malê, ji dahata wê zêdetir e.” 
 
Esnafê bi navê Tarik Elmas jî, anî ziman ku tu kes ji rewşa xwe ne kêfxweş e.