WAN - Li herêma Çilaşan a navçeya Payîzavayê di demekê de 40 aşên avê li ber hev dixebitîn. Ji van aşan niha tenê yek li ser pêyan maye û xwediyê aş Seyfeddîn Uçer banga xwedîderketinê kir.
Navçeya Payîzava ya Wanê yek ji jîngehên xwedî dîrokeke kevnare ye. Li navçeyê gelek berhemên çandinî û jiyanî hene ku xwe dispêrin serdemên berê. Aşên avê jî yek ji wan berheman e. Herêma Serhedê, Beriya Zayînê (B.Z.) di navbera sedsalên 900 û 600’an de malavaniya Keyaniya Ûrartûyan dikir û vê şaristaniyê li pey xwe gelek berhem hiştin. Ûrartûyî, bi pisporiya xwe ya di çandiniyê de dihatin naskirin û berhemên wan ên di vê qadê de, xwe gihandine heta roja me. Her çend ku dîroka aşên avê yên li navçeya Payîzavayê baş neyên zanîn jî, li gorî xelkê bajar xwe digihînin serdema Ûrartûyan.
40 AŞ LI SER RÊYEKÊ DI RÊZEKÊ DE
Li gundê Xarûnika yê navçeya Payîzavayê herêmek heye ku jê re dibêjin “Herêma Çilaşanê.” Li Çilaşanê 40 aşên avê yên li ser rêyekê û di heman rêzê de hene. Ava van aşan ji kaniyên “Serekaniyê” tên peydakirin ku ji Çiyayê Başetê tê. Ava 40 aşan bi rêya “Coyîka Şamîranê” ya 3 hezar sal berê ji hêla qralê Ûrartûyan Menûa ve hatiye çêkirin tê peydakirin. Tê gotin ava ji bo 40 aşan ku ji heman çavkaniyê tê, piştî ji aşan derbas dibe her milek serbixwe diçe û qet tevî hev nabin. Şêniyên herêmê dan zanîn ku ji aşên behsa xeberê 27 jê heta 40-50 sal berê jî hêj dihatin xebitandin. Lê niha ji van 40 aşan tenê yek li ser pêyan maye û ew jî êdî weke berê nayê bikaranîn.
Coyîka Şamîranê di salên 1950’an de ji hêla Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve hat restorkirin û di restorasyonê de beton hat bikaranîn. Ji ber vê yekê zirarekê mezin da awayê çêkirina coyîkê û niha li ber hilweşînê ne.
NAVÊ XWE DAYE HERÊMÊ JÎ
Ji aşan niha tenê yek tê xebitandin. Xwediyê aşî Seyfeddîn Uçer (66) ku mamosteyeke teqawid e, qala aş kir. Uçer, diyar kir ku piştî teqawid dibe aşê restore dike û dixe meriyetê. Uçer, anî ziman ku armanca wî ya ji restorekirina aşê avê ew bû ku dîrokê biparêze. Uçer, wiha got: “Ev 40 aş xwedî dîrokeke kevnar in. Tevek jî li ber ava kaniyekê dixebitin. Ev aş ji hêla Ûrartûyan ve hatine çêkirin û xwedî dîrokeke 3 hezar salî ne. Navê herêmê jî Çilaşan e û navê xwe ji van 40 aşên avê digire. Dema ez zarok li vir 27 aş dixebitîn û eleqeyeke zêde ji bo aşan hebû. Xelkê herêmê dexlê xwe dianîn aşan. Her wiha li herêma Payîzavayê li gundên din jî gelek aş hebûn. Heta zivistanê ev aş 24 saetan dixebitîn.”
JI BER TUNEBÛNA AVÊ AŞ NAYÊN XEBITANDIN
Bi domdarî Uçer bal kişand ser nexebitandina aşan û da zanîn ku dewletê ava Coyîka Şamîranê ya ji bo aşan dihat tevek kişandiye Wanê. Uçer, destnîşan kir ku vê mudaxileya dewletê ev çand û dîrok tune kiriye û ev tişt anî ziman: “Min jî ev aş dîsa xist meriyetê ku dapîr û bapîrên me ji bo me weke mîrateyek hiştiye. Armanca min parastina çand û dîroka me ye. Dixwazin vê mîrateyê derbasî zarok û neviyên xwe bikim. Miletê me êdî dexlê xwe dibin febrîqeyan ku arê wê ji bo tendûristiya mirovan jî nebaş e. Min jî xwest xizmeta miletê xwe bikim û çanda me ya kevnare bizanibin. Miletê me divê xwedî li vê çandê derbikeve. Taybetî jî dewlet divê lê bibe xweyî. Her aşek dikare 100 kesan xwedî bike lewma di wextê xwe de febrîqe bûn.”
PERGALA XEBITÎNA AŞÊN AVÊ
Uçer, behsa pergala xebitandina aşên avê jî kir û bi lêv kir ku av di hundirê aş de derbas dibe û çerxa hêrandinê dizivirîne. Uçer, da zanîn ku çerx berê ji daran dihat çêkirin lê piştî pêşketina teknolojiyê veguherîne hesin. Uçer, anî ziman ku çerxên di bin aşên wî de jî ji hesin in û axaftina xwe wiha qedand: “Wexta ku avê li çerxê da û çerx zivirand, kevirên mîna destaran li ser hev jî dizivirîne û genimî dihêre. Kevirên hêrandinê jî berê bi dest dihatin birîn û bi mircan dikirin ‘beraş’. Lê niha ev kevirên ‘beraş’ jî bûne febrîqasyon. Çend sal berê febrîqayên van keviran li Erzirom, Qersê hebûn lê niha tenê li Îzmîrê heye. Min ev kevir li Îzmîrê dan çêkirin.”
MA / Bazîd Evren