Li Bakirkoyê asansora bar ket: 4 karker birîndar bûn

img

STENBOL - Li Bakirkoyê asansora bar a înşaetekê ket û 4 karker birîndar bûn. 

 
Li Kolana Încîrlî ya navçeya Bakirkoya Stenbolê, asansora bar a înşaeteke avahiya 7 kat a karker lê siwar bûbûn ket û 4 karker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku lingên karkeran şikestin û bi ambulansên hatin cihê bûyerê, rakirin nexweşxanê. Derbarê sedema ketina  asansorê de tu agahî nehatin bi dest xistin.