TL li hemberî dolar û euro qîmetê winda dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Qîmetê Lîreyê Tirk (TL) ya li hemberî dowîzên biyanî kêlî bi kêlî winda dibe. TL li hemberî Dolar û Euro qîmetê winda dike. Dolar li hemberî TL derket 4.64 lîra 
 
Li Tirkiyeya ku hikûmeta AKP-MHP’ê  li ser îktîdarê ye, di rojên dawî de êdî saet bi saet pereyê TL qimeta xwe li hemberî pereyên biyanî winda dike. 
Dolar serê sibê bi 4.5923 dest pê kir û rekorek din şkand bû 4.64 lîre. Euro 5.4920 û sterlîn jî 5.2282 rekor şkandin.Dolar piştî ku duh Wezîrê Xezineyê yê DYA Steven Mnûchîn ragihand ku bazirganiya şer a bi Çînê re rawestandine, bilind bû.