Careke din sotemenî zem kirin

img
 NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Karmendên Îstasyonên Îkmala Neft, Gaz û Enerjiyê (EPGİS) aşkera kir ku zemeke din ya sotemeniyê ji ber zêdebûna dolar û neftê hat kirin. 
 
Sendîkaya Karmendên Îstasyonên Îkmala Neft, Gaz û Enerjiyê (EPGİS)'ê da zanîn ku dê ev zem di nêvê şevê ya 22’yê gulanê de bi qasî 25 purişan di benzînê de, 23 qurişan di motorînê de û bi qasî 9 qurişan jî di Otogaz-LPG'ê de bikeve meriyetê. 
 
EPGİS bi vê ve girêdayî diyar kir ku ev zama ku pêk hat dê bandor li pompeyên îstasyonên sotemeniyê neke, ji ber ku dê qasî van zaman baca OTV’ê bê daxistin. 
 
Desteya Wezîran a Tirkiyê bo ku ev zama EPGİS’ê bondor li piyasê neke û benzin, motrîn û LPG di pompeyê de zêde nebe baca OTV’ê daxist. Bi vê rêbazê dema benzîn, mazot û LPG îşev piştî nîvê şevê ji îstasyonên satemeniyê bên kirîn dê bê ku zam lê xuya bike dê kirîn. 
Berya ku EPGİS zama kirî aşkera bike Desteya Wezîran diyar kiribûn ku heke zam hebe ew dê rê nedin ku bandor li ser bihabûna piyasê bike. 
Di raya giştî de tê gotin ku heke ne serdema hilbijartinêbûna ne pêkanbûn ku hikumetê baca OTV’ê daxistana. Gelek derdor vê rexne kirin û gotin: “Hikumet bi vê rêbazê hewl dide ku bandor zamê ya neyînî li ser kampanyeya hikumetê ya hilbijartinê neke”. 
Bi vê zamê dibe du zam ku Enqere bi vê rêbazê destur nade ku bandor li zêdebûna sotemeniya ji pompeyên îstasyonan dertê bike. 
Pîspor di vê baweriyê de ne ku daxistina OTV’ê dê xesareke mezin li dahatuye hikumetê bike ku ev jî dê bixwe re hevsenga lêçûn û dahatuya butçeye xira bike. 
Heke krîza aboriya Tirkiyê bi vê hâletî bidome ne pêkane ku rê li zêdebûna dolar û euro bigire. Ji ber vê jî tê payîn zamên wisa di rojên nêz de pir car bên kirin.