Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kura Dolar/TL’yê bi rekora hemû deman dest bi hefteyê kir. Ev hefte bi reqoreke nû derî li TL’ê vekir. Balkêşe kur îro pir zû dest bi kar kir. Dolar bi kura 4. 52 TL’yan dest bi hurkirinê kir. Ev rêje jî rekora hemu deman ya kura dolarê ya li hember TL’yê ye. 

Dolar/TL bi rêjeya 4.52 dest bi rojê kir û rekoreke nû şikand. Euro jî di dora 5.31 lîrayê de hat hurkirin. Dolar/TL bi rekora nû dest bi hafteyê kir. Hefteya borî jî asta herî jor de hat hurkirin. Lê bi destpêka hefteya nû de bû 4.52 TL.  Hefteya boru Bankaya Merkez a Tirk diyar kiribûn ku ew dê li dij piyasa kurê helwesta ‘pêwîst’ aşkera bikin. Li ser vê daxuyaniyê her çend dolar berê xwe berbijêr kir jî ev pir li ber xwe neda. Ji ber ku di berdêla vê daxuyaniyê de gavên pratîk nehatin avêtin careke din dolar ber bi jor ve hilkişiya. Di piyasayên navneteweyî de jî bandora dolar ya li ser pereyên welatê di rêjeya pêşketinê dene zêde bû. Rekora dolarê ji ber vê jî zêde li ser lîrayê çê bû û rekora nû careke din hat şikandin.
 
Li gel bandora firotinê ya li ser pereyên welatên di rêjeya pêşketinê de ne bandora hewildan û daneyên herêmî jî li ser pereyên van welatan zêde ye. Krîza aborî û krîza siyasî ya li Tirkiyê tê jiyîn bêtir bandor li ser perê lîra dike û berbijêr dadikeve. Bankayên heyî bi baldarî çavê wan li ser Banka Navendî (Merkez) ya Tirke hela dê pêvajoya krîtîk çawan bi rêve bibe. Di heman seetên ku Euro/TL di rêjeya 5.31 TL’ê de ye; Euro/dolar jî di rêjeya 1.1752’yan de tên hurkirin.