Endamên KESK’ê: Dê dengek me jî ji AKP’ê re neçe

img
MÊRSÎN – Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrsînê di çalakiya ji bo endamên wan vegerin kar de got: “Ji me KESK’yan dê di 24’ê hezîranê de dengek ji bo AKP’ê neçe.” 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrsînê bi boneya endamên wan bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin vegerin karê xwe li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî li dar xist. Gelek endamên KESK’ê tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila OHAL’ê rakin, demokrasiya lezgîn! Em karê xwe û nanê xwe paş ve dixwazin” vekirin dirûşm berz kirin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrsînê Sînan Muşlu daxuyanî da. 
 
‘OHAL Û KHK VEGUHERIYANE DARBEYÊ'
 
Muşlu bi bîr xist ku OHAL ji bo 45 rojan hatibû îlankirin lê 22 meh di ser de derbas bû û got: “Rewşa Awarte (OHAL) û KHK veguherîne darbeye. Ev darbeya fîlî ya AKP’ê ye.” Muşlu da zanîn ku hemû astengiyan derdixin pêşiya endamên wan ên li lêgerîna maf digerin û xwest endamên wan demildest paş de bigirin kar. Muşlu anî ziman ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kedkaran dê di 24’ê Hezîranê de piştevaniyê nedin desthilatdariyê û got: “Ji me KESK’yan dê di 24’ê hezîranê de dengek ji bo AKP’ê neçe.” 
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.