Alîgirê şaredar ji karkerê ji kar hatin avêtin re: Tu yê herî sûcdar î

img

STENBOL– Kenan Gungorduyê ku ji karê xwe yê Şaredariya Zeytînbûrnûyê hat avêtin, diyar kir ku wî bi Alîgirê Şaredar Saffet Oz re hevdîtin çêkiriye û Oz jê re gotiye: "Me kesên herî sûcdar xistin kategoriyekê. Nexwe tu zêde sûcdar î ku tu hatî avêtin."

Piştî sererastkirina "Kadroya taşeronî" ku AKP'ê ev sererastkirin anî, 11 karkerên din jî ji Şaredariya Zeytînbûrnûya Stenbolê hatin avêtin. yek ji van karkeran Kenan Gungordu ye ku 31 rojin li ber şaredariyê çalakiyê li dar dixe. Gungordu anî ziman ku 21 salan di cemaweriyê de xebitiye û ji bo çalakiya xwe wiha bang li kedkaran kir: "Ev mewzî li dijî Rewşa Awarte ye. Werin vê mewziyê hêzdar bikin." 
 
Gungordu bal kişand ser bêdengiya KESK û DÎSK'ê û rêxistinên ked û pîşeyî yên din û got: "Nîjadperestên ku dîtin ez tenê me sê caran êrîşî min kirin. Dixwazin bitirsînin, lê belê em natirsin. Çimkî em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Kesên êrîşî min kirin, nizanin ez ji bo çi li vira me. Piştî êrîş ez rave dikim ku ez ji karê xwe hatime avêtin. Ew jî dibêjin 'ji me re wisa negotine.' Heta venegerim ser karê xwe ez ê li vir bitêkoşim." Gungordu, diyar kir ku ji ber ku ew berê endamê sendîkayan bû bi çewisandinan re rû bi rû dimîne. 
 
‘EZ Ê BI SER BIKEVIM, ÇIMKÎ MAFDAR IM' 
 
Gungordu diyar kir ku ji bo ew bi Şaredarê Zeytînbûrnûyê Mûrat Aydin re hevdîtinê çêbike gelek caran doza randevûyê kiriye û got: "Min dikaribû rêya wî bigire û pê re xeber bidim. Lê dê wê çaxê tiştekî cuda xwe bidana der. Bersivê nade randevûyên min, heta bersivên neyînî dide. Min bi Alîgirê Şaredar Saffet Oz re hevdîtin çêkir. Oz ji min re got 'Me wekî şaredariyên CHP'î 150-200 kes dernexistin. Me kesên herî sûcdar xistin kategoriyekê. Nexwe tu zêde sûcdar î ku tu hatî avêtin.' Min jê re got, nexwe çima hûn der barê me de lêpirsîna hiqûqî nadin destpêkirin. Wî jî got 'Biçe dadgehê, doza mafê xwe bike.'" 
 
Gungordu got: "Partiyên pergalê hemû yek in. Îro li Îzmêrê CHP, li vira jî AKP. Li Beşîktaş, Avcilar, Ataşehîrê bi sedan hevalên me ji kar hatin avêtin. Paşê dîsa hatin girtin. Mahîr Kiliç û hevalên me yên din serketina me ne. Vîna me hêzdartir kirin. Ez ê jî bi ser bikevim. Bawer dikim, çimkî mafdar im." 
 
 
MA / Muhammet Dogru