'Ji bo zîndebûna turîzmê divê dawî li Rewşa Awarte bê'

img

ANTALYA - Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş'ê ya Antalyayê Mûstafa Savfet Yahyaoglû, anî ziman ku her çend niha îktîdara AKP'ê destekê dide turîzmê, lê belê dîsa jî rewşa turîzmê baş nabe. Yahyaoglû diyar kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê dawî li Rewşa Awarte bê. 

Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê sektora turîzmê jî rawestiya. Ji ber vê êdî xweşikî ne turîztên xwecihî ne jî yên biyanî nayên Antalyayê. Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş'ê ya Antalyayê Mûstafa Savfet Yahyaoglû, anî ziman ku her çend niha îktîdara AKP'ê destekê dide turîzmê, lê belê dîsa jî rewşa turîzmê baş nabe. Yahyaoglû diyar kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê dawî li Rewşa Awarte bê. 
 
'HÎN HIN OTEL VENEBÛNE' 
 
Yahyaoglû got: "Niha li Antalyayê rewşa turîzmê tenê hewaya îktîdarê ye. Dixwazin atmosfereke başbûyîniyê biafirînin. Lê belê ev yek ne bi vî awayî ye. Sektora turîzmê vebû, lê belê hîn hin otel venebûne. Em di orta meha Gulanê de ne, lê belê hîn jî gelek otel venebûne an jî vekirina otelan hat taloqkirin." 
 
'DÊ BANDORA KRÎZA ABORÎ LI SER TURÎZMÊ BIDOME' 
 
Yahyaoglû, bi lêv kir ku ev çend serdeme turîzm derbên giran dixwe û ji ber vê yekê hema bêje bi sedan otel vala ne. Yahyaoglû got: "Her çend niha rêjeya otelên hatine vekirin wekî ji sedî 70'ê bê nîşandan jî, lê belê tu oteleke ku tije bûbe tune ye. Dê bandora krîza aborî li ser turîzê bidome. Tiştên di turîzmê de dixuyên, dikarim bêjim yek ji wan jî tune ye." Yahyaoglû destnîşan kir ku turîstên tên welat dixwazin ewlehiya wan hebe, lê belê hîn jî Tirkiye bi Rewşa Awarte tê birêvebirin û got: "Li welat gelek peqîn çêbûn. Niha jî rewşeke şerî heye. Ji ber vê yekê turîzm zirareke mezin dît. Divê Tirkiye demildest di şert û mercên asayî de bê birêvebirin û dawî li rewşa Awarte bê. Turîzm cihê ku aştî û biratî lê heye dixwaze." 
 
'DIVÊ DAWÎ LI REWŞA AWARTE BÊ'
 
Yahyahoglû diyar kir ku ji bo careke din rewşa turîzmê baş bibe, bi dehan civîn tên çêkirin lê belê dîsa jî ji ber rewşa siyasî û aborî ya welat rewşa turîzmê baş nabe. Yahyaoglû, destnîşan kir ku krîza turîzmê didome û got: "Êdî turîst nayên welat. Ji bo turîst bên gelek xebat tên kirin. Wezîr û serokwezîr jî di nav de, bi dehan civîn tên çêkirin. Lê belê tu fêdeya van civînan tune ye. Di 3 salên dawî de rewşa turîzmê pir xirab bû. Sedema vê yekê jî siyasî ye. Nebaşbûna siyaseta welat bandorê li turîzmê dike." Yahyaoglû destnîşan kir ku ji bo rewşa turîzmê dîsa baş bibe divê dawî li Rewşa Awarte bê. 
 
MA / Ergin Çağlar