Karkerên Zanîngaha Egeyê: Bêyî AKP’ê dê xweştir bibe

img

ÎZMÎR - Karkerên ji kar hatin avêtin ên 29 rojin di çalakiyê dene, diyar kirin ku ew ji hilbijartina 24’ê Hezîranê bi hêvîne û gotin: “Tirkiye dê bêyî AKP’ê xweştir bibe.”

Bi hezaran karker di encama “Sererastkirina kadrotiya Taşaronê” ya bi hejmara 696’an KHK’ê hat derxistin, bi hincetên “Lêpirsîna ewlekariyê” û “Zemûnê” ji kar hatin avêtin. Karkerên li dijî van bêmafiyan li bajarên cûda berxwedana xwe berdewam dikin, diyar kirin ew ji hilbijartina 24’ê Hezîranê bi hêvîne. Karkerên taşeronê yên Rektora Zanîngeha Egeyê yên ji kar hatin avêtin û 29 rojin li ber avahiya rektoriyê di çalakiyê dene, anî ziman ku êdî dawiya desthilatdariya AKP’ê hatiye. 
 
‘DÊ RONÎTIR BIBE’
 
Yek ji karkerên di çalakiyê de Huseyîn Helvacioglu, da zanîn ku bi awayekê bê sûc ji kar hatiye avêtin û wiha axivî: “Tu hincet nîşanî me nedan. Em baş dizanîn ku tu sûcê me tuneye. Hemû sozên xwe ne anîn cih û hemû tişt li holê hiştin. Divê hilbijartinê de teqez ez dengê xwe nadim AKP’ê. Hilbijartin dikare pir tiştan biguhere, lê en bi AKP’ê re. Bêyî AKP’ê dê xweştir bibe. Dê Tirkiye ronîtir bibe. Emê Tirkiyekê wek hev ava bikin. Bila gel çavên xwe veke.”
  
‘GER ERDOGAN BIÇE DÊ PERGAL SERERAST BIBE’
  
Karker Murat Guneş jî, diyar kir ku gava gotinên kadrobûyînê belav kirin, ew avêtin ber derî û wiha got: “Rewşa karkerên ji kar hatin avêtin, ji rewşa Tirkiyeyê ne cûdatire. Ev pêkanînek antî demokratîke û welat ketiye vê rewşê. Kadro kirin tenê di gotinê de ma. Ji vê saetê û şûn de li welatê me kes dengê xwe nadin wan. Di hilbijartinê de ji bo kesek nekeve rewşa me, emê vê rewşê li her derê vebêjin. Berpirsên ev tişt anîn serê me diyarin û  desthilatdariye. Ji ber vê divê desthilatdarî biçe. Ger Erdogan biçe, dê pergaleke bi edalet û exlaqî bê avakirin.”
 
‘DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EM Ê QEZENC BIKIN’
 
Sekreterê Şaxa Genel Îş a Hejara 7’emîn a DÎSK’ê yê Îzmîrê Ozgur Genç jî, destnîşan kir ku 29 rojin li ber avahiya Rektoriya Zanîngeha Egeyê di çalakiyê dene û wiha axivî: “Heya ku karker paşve vegerin karê xwe, em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Em dixwazin KHK bên rakirin û ewlekariya karkeran bê girtin. Em li hemberî bêkarî û xizantiyê li ber xwe didin. Heviyên me ji vê hilbijartinê hene û dê têkoşîna me qezenc bike. Dê karker û kedkar di 24’ê Hezîranê de qezenc bikin. Ji bo welatek azad, wekhev û adîlane em ê dengê xwe bikar bînin. Baweriya me bi jiyanek wekheve û bihev re tê.”