Malbatan ji bo Yerkel gotin: Tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo soma destpê bikî'

img
MANÎSA - Xizmên Karkerên madenê bang li Şêwirmendê Çapemeniyê yê Tayyîp Erdogan Yusuf Yerkel ê di dema façîaya Somê de pehîn li karkerekê manê de na û piştî 4 salan lêborîn xwest, kirin ku tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo Soma dest pê bikî. 
 
Li navçeya Soma ya Manîsayê, piştî 301 karkerên madenê di faîçaya kana komirê de jiyana xwe ji dest dan, Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan hat navçeyê û Şêwirmendê Çapemeniya Erdogan Yusuf Yerkel li nava kolanê karkerê madene Erdal Kocabiyik dabû ber pehînan. Dûre bi îdîya piyê Yerkel ji ber pehîna li karkerê madene xistî tehlbûye rapora 7 rojan nikare kar bike ji bo wî hat dayîn. Ji bo Kocabiyik jî bi hinceta zirar daye wesayîta ewlekarên Erdogan 631 TL cezayê pare lê hat birîn. 
 
Di çaremîn salvegera façîaya Somayê de, ji ber bertekên zêde Yerkel ê bernamzetê AKP’ê li ser hesabê medya tora civakî lêborîn xwest û got “Ez weke serê gunehan îlan kirim.” Malbatên Somayê betek nîşanî lêborîna Yerkel a pitşî 4 salan xwest dan û gotin: “Tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo Soma dest pê bikî.”
 
‘WISAN LÊBORÎN XWESTIN NABE!’ 
 
Dayika Kadar Yildirim ê karkerê madene Elmas Kaya, diyar kir ku piştî ewqas bûyerên hatin jiyên, tu wateya lêborînek wisan zûha ya piştî 4 salan tuneye û wiha axivî: “Kocabiyik wê rojê pehîn li 301 karkerên madenê yên jiyana xwe ji dest dan û xizmên wan dan. Vê yekê da nîşandan ku ev mirov çiqasî çepel bûne. Ez weke wan mirovan nînim. Ewqas mirov hatin qetilkirin. 4 salin em li dadgehan li edaletê digirin. Piştî 4 salan derdikeve û lêborînê dixwaze. Te rojekê rewşa malbatan pirs nekir û di dadgehê de piştgirî neda malbatan, tu îro derketî ji bo wijdana xwe rehet bikî lêborînê dixwazî. Ger tu dixwazî bi rastî jî lêborînê bixwazî, berî her tiştî ji bo Somayê li edaletê bigere. Tu jî û desthilatdar jî berpirsên komkujiya Somayê ne.”
 
 
‘RÊZÊ NADIN ÊŞÊN ME JÎ’
 
Dayîka Ugur Çolak ê di kana komirê de jiyana xwe ji dest da Gulsum Çalak jî, da zanîn ku dixwazin bi lêborînek zûha Yerkel xelat bikin û  wiha axivî: “Tu yê hem pehînan bavêjî, hem heqaret li gel bikî û dûre desthilatdar dê te xelat bike? Karmendên min divê serbixwebin û xwedî welatiyan derbikevin. Divê ne bindestê desthilatdariyê debin. Kenê xwe bi me dikin. Dixwazin bêjin ‘em dikarin li we bixwin û dengên we jî bigirin.’ Ji bo Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî wisan dibêje. Dijûnan ji dayîk û bavên me re dikin. Heqaret li hemû kesê dikin. Qet rêzê nadin gel û êşên me. Qet nebe bila rûmeta me rencîde nekin.” 
 
MA/ Ayşe Surme