Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye

img

DERSIM - Li Dersimê amadekariyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran didomin. 

Dê li Dersimê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Seyît Riza bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo 1'ê Gulanê didomin. Serokê Komîteya Amadekar Yilmaz Çetîn, diyar kir ku wan amadekariyên sereke temam kirine û ew amade ne ku bi coşeke mezin 1'ê Gulanê pîroz bikin. Çetîn, bi lêv kir ku 1'ê Gulanê rojeke ku karker daxwazên xwe yên berxwedan û azadiyê bi lêv dikin û got: "Rojeke ku bindest mafên xwe bi lêv dikin. Em ê 1'ê Gulana îsal bi vî ruhî pêşwazî bikin û li gor wate û girîngiya wê pîroz bikin." 
 
‘DÊ 1'Ê GULANÊ WÊ NÊVENGA TIRSÊ BELAV BIKE' 
 
Çetîn, destnîşan kir ku dê 1'ê Gulanê wê atmosfera tirsê ya li ser karker û kedkaran belav bike û got: "Dixwazin tirsê li ser mirovan bikin serwer. Li welat mirov nizanin dê sibê çi bibe. Divê demildest dawî li tirs û çewisandina li welêt bê. Em ê li qadên 1'ê Gulanê faxwaza ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û dawîlêanîna pirsgirêkên heyî bi lêv bikin." 
 
'EM QADAN TIJE BIKIN' 
 
Çetîn bang li hemû Dersimiyan kir ku di 1'ê Gulanê de li Qada Seyit Riza bin û got: "Tu fêdeya liv û tevgera bi tirs û şikan tune ye. Em berbi qadan ve biherikin û qadan tije bikin. Em 1'ê Gulanê bi coşeke mezin pîroz bikin."