‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’

img
ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ku têkildarî qezaya kar a bû sedemê ku di înşaeta mizgeftê de 2 kes jiyana xwe ji dest bidin axivî, diyar kir ku divê lêpirsîn bi awayekî vekirî û zelal were birêvebirin, kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin, li dijî kesên berpirsyar jî cezayên pêwîst bên dayîn.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, têkildarî qezaya li înşaeta mizgeftê ya li Esentepeya ku li taxa Gultepeya Êlihê pêk hat civîna çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOB’a Êlihê Vahdettîn Tuzun ê di daxuyaniyê de axivî, xwest ku kesên ji qezayê berpirsyar bên darizandin û wiha got: “Di qezaya kar a di 25’ê mijdarê de li înşaeta mizgeftê pêk hat de li gorî daneyên fermî 2 birayên me yên karker jiyana xwe ji dest dane û kesên rewşa wan giran jî di nav de 24 karker brîndar bûne. Lê di hin platformên medyaya dîjîtal de hate diyarkirin ku hejmara mirî û birîndaran zêdetire û hewl tê dayîn hejmara rast were veşartin. Ev jî gumana îhtîmala karkerên ne fermî dixebitin xurttir kiriye. Divê lêpirsîna di çarçoveya qezayê de tê birêvebirin ji raya giştî re bi awayekî vekirî û zelal were birêvebirin, kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin, li dijî kesên berpirsyar jî cezayên pêwîst bên dayîn.”
 
JI BO RANTÊ 
 
Tuzun, diyar kir ku Qanûna Ewlehiya Kar Tenduristiya Karker a bi hejmara 6331 ji ber rantê nayê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Tevî ku bi dehan salane ev qanûn ketiye meriyetê jî hêj îhmalên cidî diqewimin, ev îhmal bi birîndar bûn û mirina bi hezaran karkeran encam digire û sazî vê ji nedîtinê ve tên. Tenduristî û ewlehiya kar berpirsyariyeke cemawerî ye.” Tuzun, destnîşan kir ku wê şopdarên bûyerê bibin.