Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin

img

ENQERE – Aborîzan Selîm Çakmakli notên Moody’sê û rewşa aboriyê ya Tirkiyeyêê nirxand. Çakmakli diyar kir ku dema gotina “reforma strukturel” bê bihîstin “Wê çaxê divê hûn hay ji qewlikê xwe hebin, çimkî wê hundurê wî vala bikin.” 

Aborîzan Alîgirê Doç. Dr. Selîm Çakmakli, liv û tevgera rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê nirxand. 
 
Çakmakli, bal kişand ser rîskên polîtîk ên ku bandorê li biryara Saziya Derecekirina Krediyê ya Moody’sê kirin û bandora pêvajoya Efrînê ya li ser vê biryarê. Çakmakli got: “Krîzên aborî ne ji ber rîskên polîtîk in. Tenê rîskên polîtîk rê li ber vê vedikin. Daxuyaniya Moody’sê vê peyamê dide veberhênan; ‘Rîskên di aboriya Tirkiyeyê de zêde dibin, lê belê hûn dikarin bi daxwazakirina hîn zêdetir prîmên rîskî veberhênaniyê li vî welatî bikin.’ Wê operasyona Efrînê bandoreke neyînî li hevsengên maliyeya cemaweriyê bike, lê belê wê bi awayekî erênî bandorê li bilançoya fîrmayên ku amûrên leşkerî hildiberînin bike. Bi ya min dibe operasyona Efrînê tenê bi têgehên aboriyî neyê nirxand.”
 
Çakmakli ji bo rîskên ku dê xwe bidin der jî ev tişt gotin: “Rîsk ji ber avaniya aboriya Tirkiyeyê xwe didin der. Lê belê dema kesek ji me re behsa ‘reforma strukturel (binyadî)’ bike, divê demildest em hay ji qewlikên xwe hebin. Çimkî wê di demeke nêz de hin kes hewl bidin ku yên di hundurê qewlik de mane jî wergirin. Reforma strukturel, ji bilî erozyona di mafên civakiyî, vezelokîbûna di piyaseya kedê û zêdekirina temenê teqawidbûyînê de û hîn bêtir kesîdekirina saziyan pêvtir ne tu tişt e.” 
 
Aborîzan Çakmakli, ji bo daxuyaniyên aborîzanin nêzî AKP’ê ku biryara Moody’sê wekî biryareke siyasî dibînin got: “Ez wisa nafikirim, yanî ne bawer im ku biryara Moody’sê siyasî be û ji bo mexdûrkirina AKP’ê be.” Çakmakli destnîşan kir ku ji bo rexnekirina polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê pêdivî bi raporên Moody’sê tune ye û got: “Jixwe dema saziyên derecekirina krediyê dema van raporan amade dikin nîşaneyên zêdebûna newekheviya di civakê de, xizanî, qezayên karî, neewlebûn û saetên zêde yên xebatê esas nagirin.” 
 
Her wiha Çakmakli destnîşan kir ku di serdema AKP’ê de du tiştên sereke yên xirab bûne hene û ji vana yek jê kêmaniya cariyî ye û ya din jî rêjeya betaliyê ku li şiverêya ji sedî 10’an bi cih bûye. 
 
Çakmakli, bi lêv kir ku wê li Tirkiyeyê di demeke nêz de betalî bibe pirsgirêkeke hîn mezintir û got: “Lê di aboriya Tirkiyeyê de pirsgirêka sereke neafirandina qadên îstihdamê yên nû ye. Rêjeya mezinbûna potansiyel a aboriyê bi awayekî cidî di trendekê de ye ku her diçe kêm dibe. Tevî vê heta ku li Tirkiyeyê qenalên krediyê vekirîbin, ji krîzê wêdetir wê westdariya aboriyê zêdetir xwe bide der.” 
 
Herî dawî Çakmakli rêveçûyîne çerxa heyî nirxand û got: “Divê beriya her tiştî em li ser vê yekê rawestin. Civak hemû ji bo tim bijîn û qalîteya jiyanê zêdetir bikin hewl didin û bi vî awayî avaniyeke civakiyî ava dikin, vediguherînin û ji nû ve pêk tînin. Eger ev avaniya civakiyî demokratîk be, wê wekheviya civakiyî û edalet pêk bê. Li gelek welatên cîhanê para ku ji dahata yekûniyî bi dest kedkaran dikeve kêm dibe. Li gor lêkolînên saziya bi navê Oxfamê, her diçe serweta cîhanê dikeve destê derdoreke biçûk. Zêdebûna vê serwetê bi xwe re di civakan de rê li ber bêaramiyê vedike. Li cîhanê û Tirkiyeyê her diçe hejmara zarokên ku tî û birçî dikevin nav nivînan zêdetir dibe. Divê neyê jibîrkirin, ev pirsgirêk li cîhanê ji ber polîtîkayên rastgir ên di hilbijartinan de bi ser dikevin xwe didin der.” 
 
Her wiha Çakmakli ji bo polîtîkaya maliyeyê ya ku hikûmet disepîne jî diyar kir ku, li gor daneyên heyî wê di sala 2018 û 2019’an de jî polîtîkaya maliyeyê ya berfirehker bê sepandin û wê ev yek miqdara deynan zêdetir bike. 
 
MA/ Berîvan Altan